Cenazeyê Akarselê ber bi Silopiyayê ve bi rê ket 2022-10-12 14:35:47 ŞIRNEX - Cenazeyê Nagîhan Akarsel a di encama sûîkastekê li Silêmaniyê hate qetilkirin, li ser anîna bi balafirê astengkirin, ber bi Şirnexê ve bi rê ket.    Endama Navenda Lêkolînê ya Jineolojiyê rojnameger û akademîsyen Nagihan Akarsel di 4’ê cotmehê de li bajarê Silêmaniyê yê Herêma Kurdistana Federe di encama êrişeke çekdarî de hate qetilkirin. Cenazeyê Akarselê, ji bo ku li bajarê wê Konyayê bê veşartin ber bi Tirkiyeyê ve bi rê ket. Cenazeyê ku bi rojane li bendê ne bi rêya balafirê bînin Tirkiyeyê, ji ber prosedurên veguhestina cenaze yên li Balafirgeha Hewlêrê nekarîn bi balafirê bê şandin.    Li ser vê yekê cenazeyê Akarselê, bi konvoyeke ku malbata wê û parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Şirnexê jî di nav de bi rêya bejahiyê bi rê ket. Tê payîn ku cenazeyê ji Hewlêrê bi rê ket dê derdora saet 17.00’an bigihe Deriyê Sînor ê Xabûrê yê li navçeya Silopiya ya Şirnexê.