Li Qoserê polîsan ji bo DEDAŞ’ê êriş kir: Kesek birîndar bû 2022-10-12 14:51:15 MÊRDÎN - Li navçeya Qoserê şêniyên taxê bertek nîşanî veguhestina saetên ceyranê ya li ser dîrekan da. Li ser vê yekê polîsan êrişî welatiyan kir û welatiyekî nexweşiya dil pê re heyî rakirin nexweşxaneyê.    Li Taxa Ersoylû ya navçeya Qosera Mêrdînê tîmên Şîrketa Belavkariya Ceyranê ya Dîcleyê (DEDAŞ) ji bo saetên ceyranê derxînin ser dîrekan xebat dan destpêkirin. Tîmên DEDAŞ’ê bi sedan polîsan ketin taxê, şêniyên taxê jî bertek nîşanî veguhestina saetên ceyranê ya li ser dîran da. Li ser kombûna şêniyên taxê, polîsan bi gaza îsotê êrişî şêniyên taxê kir. Di êrişa polîsan de welatiyê bi navê Îbrahîm Dînler ê nexweşiya dil pê re heye, ji ber gaza îsotê ya li rûyê wî kirin li ser hişê xwe çû.    Dînler ê mudaxileya ewil welatiyan mudaxile lê kir, dû re bi ambûlansa hate cihê bûyerê ji bo dermankirinê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Qoserê.    Hate hînbûn ku rewşa Dînler baş e. Polîs bi wesayîtên xwe yên zirxî û tîmên çevîkê bendemayîna xwe ya li taxê didomînin.