Rojnamevan Ataman ê di hucreya yek kesî de tê girtin: Ez bi zorê nefesê digirim 2022-10-12 15:04:15 ERZIROM - Rojnamevan Ziya Ataman ê ku sewqî Girtîgeha Dumlu ya Erziromê ya Ewlehiya Bilind hat kirin û ji mehekê zêdetir e di hucreya yek kesî de tê ragirtin got: “Hucre pir deng e û ez bi zorê nefesê hildidim.”    Ziya Ataman dema nûçegihane Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DÎHA) ku bi Biryarnameya di Hukmê Qanûnê (KHK) de hat girtin, ji 7’ê tebaxê ve li Girtîgeha Wanê ya Ewlehiya Bilind ve dihat ragirtin. Ataman ji mehekê zêdetir e sewqî Girtîgeha Dumluya Erziromê ya Ewlehiya Bilind a Jimara 2’yan hatiye kirin. Ataman nameyek şand û rewşa xwe vegot. Ataman diyar kir ku ew di hucreya yek kesî de tê ragirtin.    ‘EZ DI HUCREYÊ DE ME’    Ataman anî ziman ku li Girtîgeha Dumluyê di nava tecrîdeke tam de ne û wiha got: “Em mexdûr bin em hîn zêdetir hatin mexdûrkirin. Şandina kesekî ku li Colemêrgê dimîne şandina wî ya ji bo Girtîgeha Edîrneyê rêyeke din a tecrîdê ye. Em bi dehan rewşên bi vî rengî re rû bi rû mane. Li vir rewşên ku ne qanûnî ne û bi tevahî kêfî têne kirin hene. Sîstema Girtîgehên Ewlekariya Bilind a ku ez tê de mam, ji odeyên sêalî û odeyên yekkesî yên nemirovî yên ji bo girtiyan pêk dihat. Lê dema em hatin vir, me hemûyan xistin odeyên yek kesî. Ez ji roja hatime di hucreyê de me û wisa difikirim ku dê ev rewş jî bidome.”     ‘BI ZORÊ BÊHNÊ DIGIRIM’    Ataman diyar kir ku ew di hucreyeke teng de maye û wiha got: “Hucre teng e û ez bi zehmetî bêhna xwe didim û distînim. Ne mimkûn e ku em rojê bibînin, ne jî fersend e ku em gav bavêjin. Ez rojê 22 saet û nîvan li vê cihê jiyanê yê xeniqandinê derbas dikim. Mafê min heye ku rojê tenê saetek û nîv bigerim. Dîtina rojê êdî ji me re bûye hesret. Dîsa bihayê tiştên ku em ji kantînê dikirin her roj zêdetir dikin. Bihayên tiştan roj bi roj zêdetir dibin. Lewma di vî warî de pirsgirêkek mezin heye. Em dixwazin rewşa ku em tê de dijîn bê zanîn.”