Girtî Suphan Çabuk li Girtîgeha Kalkandereyê hat qetilkirin 2022-10-12 15:13:55 AMED - Girtiyê bi navê Suphan Çabuk li Girtîgeha Tîpa L a Kalkandere ya Rîzeyê hat qetilkirin.    Girtiyê bi navê Suphan Çabuk li Girtîgeha Tîpa L a Kalkandere ya Rîzeyê dihat ragirtin, hat qetilkirin. Hat zanîn ku piştî rewşa Çabuk giran bûyî, rakirin nexweşxaneyê û li wir jiyana xwe ji dest da.    NEHAT TEDAWÎKIRIN   Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) di rapora xwe ya “Rapora Binpêkirinên li Girtîgehên Herêma Behra Reş” de ji bo Çabuk wiha gotibû: “Xwîna girtiyê nexweş Suphan Çabuk hişk dibe û tevî vê yekê jî nayê tedawîkirin.”