Dadgehê biryar da ku ‘şahidên nepen’ li gorî usûlê nehatine guhdarîkirin 2022-10-12 15:33:27 MÊRDÎN - Di Doza Hevşaredarê Nisêbînê Ferhat Kut de ku bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” tê darizandin de dadgehê diyar kir ku “şahidên nepen” li gorî usûlê nehatine guhdarkirin û biryar da ku dîsa bên guhdarîkirin.    Piştî ku Hevşaredarên Nisêbîn a Mêrdînê Ferhat Kut û Semîre Nergîz ji peywirê hatin girtin û li şûna wan qeyûm hat tayînkirin, lêpirsîn hatibû destpêkirin. Di çarçoveya lêpirsînê de derheqê Hevşaredar Kut de bi îdiaya “Endamtiya rêxistinê” doz hatibû vekirin. 8’emîn danişîna dozê hat dîtin. Di danişînê de Kut û parêzerê wî amade bûn. Danişîn, bi tespîtkirina nasnameyê dest pê kir. Şandeya dadgehê jî guherî bû.    Di danişînê de ewraqên hatine şandin hatin xwendin. Parêzerê Kut, Kenan Angay got ku ji destpêka darizandinê heta niha bêusûlî tê kirin û beraeta miwekîlê xwe xwest.    Dozgeriyê jî diyar kir ku piştî kêmaniyên di dosyayê de hatin temamkirin dê mutalaaya xwe pêşkeş bike. Dadgehê jî biryara xwe ya navberê da. Dadgehê diyar kir ku “şahidên nepen” li gorî usûl nehatine guhdarîkirin. Şandeya biryar da ku ji emniyetê re nivîs were şandin û xwest ku bê diyarkirin bê ka “şahidên nepen” hêjta dikevin ber “Bernameya Parastina Şahidan” an na. Her wiha dadgehê biryar da ku nasnameya “şahidên nepen” were tespîtkirin û dîsa bên guhdarîkirin.    Dadgehê, danişîna dozê taloqî 29’ê kanûnê kir.