Kadîr Kaplan piştî 30 salan hat berdan 2022-10-12 15:48:08   WAN - Kadîr Kaplan ku 30 sal bûn di girtîgehê de, hat berdan. Kaplan, bi çepik û tililiyan hat pêşwazîkirin.    Kadîr Kaplan, di 19’ê nîsana sala 1992’yan de hat binçavkirin û Dadgeha Ewlekariyê ya Dewletê (DGM) bi îdiaya “xerakirina yekparetiya dewlet û welêt”, 36 sal cezayê girtîgehê lê birî. Kadîr Kaplan, 30 sal piştre ji girtîgehê derket. Kaplan, îro ji Girtîgeha Tîpa F a Wanê derket û di dema girtinê de li Girtîgeha Hejmar 5 a Amedê, li Girtîgeha Tîpa E ya Yozgatê, Girtîgeha Tîpa E ya Mûşê, Girtîgeha Tîpa E ya Amasyayê û Girtîgeha Tîpa Tîpa F a Wanê ma.    Kaplan, li pêşiya girtîgehê ji hêla malbata xwe û endamên Komeleya Piştgirî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (TUAY-DER) ve bi tililî û çepikan hat pêşwazîkirin. Piştre jî Kaplan derbasî mala xwe ya li navenda Wanê bû.