Li Geverê yek jê zarok 2 kes hatin girtin 2022-10-12 15:54:04   COLEMÊRG - Ji kesên di 9’ê Cotmehê de li Geverê hatibûn binçavkirin yek jê zarok bi giştî 2 kes hatin girtin. Hat zanîn ku ciwan di bin çavan de hatine derbkirin.    Zarokê bi navê O.Ç. (17) û ciwanê bi navê Erdem Keskîn (20), di şeva 9’ê Cotmehê de li Taxa Gungor a Gever a Colemêrgê bi îdiaya “agir vêxistine” hatin binçavkirin. Her du binçavkirî jî birin Midûriyeta Emniyetê ya Geverê.    Hat zanîn ku her du binçavkirî li emniyetê hatine derbkirin û piştî kar û barên îfadegirtinê jî sewqî Serdozgeriya Komarê ya Geverê hatine kirin. Piştî karê îfadegirtinê yê li dozgeriyê, O.Ç. û Erdem Keskîn bi daxwaza girtinê sewqî Dadgeriya Silhê ya Geverê hatin kirin.    Dadgehê, bi îdiayên “beyana hêzên ewlekariyê” û “îfadeyên hevnegirtî” biryara girtinê da û şand Girtîgeha Wan e.