Gefa ‘bi bêdengî veşêrin’ li malbata Nagihan Akarsel hat xwarin 2022-10-12 16:09:08 KONYA - Cenazeyê Nagihan Akarsel ev hefteyeke tê astengkirin ku derbasî gundê wê yê li Konyayê bê kirin. Hat zanîn ku cendirmeyan gefa “cenaze bi bêdengî veşerin nexwe heke tiştek bibe em ê gund bişewitînin” li malbata Nagihan Akarsel xwar.    Endama Navenda Lêkolînên Jineolojiyê, Edîtora Kovara Jineolojiyê, akademîsyen, û rojnameger Nagihan Akarsel di 4’ê cotmehê di encama êrişeke sûîqestê de li bajarê Silêmaniye yê Herêma Federal a Kurdistanê hat qetilkirin. Dihat payîn ku cenazeyê Akarsel saet di 16.00’an de bê Enqereyê û piştre jî li gundê Golyazi yê Cîhanbeylî ya Konyayê bê definkirin. Lê belê ji ber prosedurên li Balafirgeha Hewlêrê, cenazeyê Akarsel bi balafirê nehat şandin.    Malbata Akarsel, ev hefteyeke li gundê Golyazi yê Cîhanbeylî ya konyayê şîn daniye û sersaxiyan qebûl dike. Duh jî parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Fatma kurtulan û Mahmût Togrûl çûn sersaxiya malbatê û bi şev li wir man. Her wiha hevalên Akarsel ên di Kovara Jineolojiyê de dixebitin jî çûn sersaxiya malbatê. Hevseroka Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) Dîcle Muftuoglû, endamên Platforma Rojanemegerên Jin ên Mezopotamyayê (MGKP) û gelek rojnameger ji bo pêşwazîkirina cenazeyê Akarsel çûn gundê wê.    CENDIRMEYAN GEF LI MALBATÊ XWAR   Ji ber hatin û çûnên şînê, cendirmeyan gefa “dê dirûşm neyên berzkirin, em ê tiliyên kesên nîşaneya serkeftinê dikin bişikînin, bi bêdengî veşêrin, heke tiştek bibe em ê gund bişewitînin û dê we ji vir derxînin” li malbata Akarsel xwar.    Tevî malbatê, komeke polîsên sivîl û cendirmeyan ku ji 10-15 wesayîtan pêk tê, li gundê Golyaziyê ketin malên şêniyên gund û gef lê xwarin ku tev li sersaxiyê nebin.    ROJNAMEGER BIRIN QEREQOLÊ   Rojnamegerên ku ji cihê şînê veqetiyayîn, di ketina gund de ji hêla cendirmeyan ve hatin sekinandin û birin qereqolê. Li qereqolê pirsa “hûn çima hatine” ji rojnamegeran hat kirin.    Cenazeyê Nagihan Akarsel, li Hewlêrê bi wesayîtê ber bi Silopiyayê ve kete rê.