Malbata Şenyaşar wê di roja 600’an de bi 600 parêzeran re bang bike 2022-10-12 16:09:37 RIHA - Parêzer Bulent Dûran ji bo roja 600’emîn a Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar bang li dozgeran kir û wiha got: “Em bang li dozgerên ku deriyên xwe ji me re girtin û faîlan diparêzin dikin; em ê wê rojê bi 600 parêzeran re li vir bin.”   Çalakiya Nobeta Edaletê ku malbata Şenyaşar di 9’ê adara 2021’an de li ber Edliyeya Rihayê daye destpêkirin di roja 583’yemîn de berdewam dike. Malbat di saetên serê sibê de hate ber deriyê edliyeyê û li qada ku weke “Quncikê malbata Şenyaşar tê binavkirin” dest bi nobeta xwe kir. Serdanên piştgiriyê yên bi malbatê re jî didomin. Şaxên Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) yên Riha û Dîlokê, parêzerên malbatê, Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Rihayê, Serokê Baroya Rihayê Abdullah Oncel ê nû hate hilbijartin û rêveberiya wî tevî astengkirina polîsan jî li ber edliyeyê daxuyanî dan çapemeniyê.    Pêşiya parêzerên ku ji qada malbat nobetê digire ber bi avahiya edliyeyê ve meşiyan, li ber deriyê bexçe yê avahiya edliyeyê ji aliyê polîsan ve hate birîn. Polîsan îdia kirin ku di baxçeyê edliyeyê de qedexeye ku daxuyaniyê bidin û diyar kirin ku destûrê nadin daxuyaniyê. Parêzeran jî bi lêv kirin ku dayîna daxuyaniyê ya li ber edliyeyê qedexe nîne û xwest in polîs têkildarî qedexeyê kaxizê nîşanî wan bidin. Polîsên ku nekarîn qanûneke nivîskî nîşan bidin bi binçavkirinê gef li parêzeran xwarin. Her çiqas polîsan îdia kiribe ku heta niha tu komele an partiyên siyasî li ber edliyeyê daxuyanî nedane jî, parêzeran belgeyên ku AKP’ê û saziyên nêzîkî wê li wir daxuyanî dane nîşanî polîsan dan.    Serokê Baroya Rihayê Abdullah Oncel bi bîr xist ku dema serdema serokatiya wî ya baroyê de li ber avahiya edliyeyê gelek daxuyanî dane û bi lêv kir ku kesên ku mudaxile bikin wê sûc bikin. Polîsan li ser vê yekê gotin ku çalakiya malbata Şenyaşar “meseleyeke şexsî ye” û îdiakirin ku ji ber daxuyaniyên beriya niha parêzer û baro eleqedar dikirin destûr hatiye dayîn. Parêzeran bertek nîşanî hewldana polîsan ya li dijî nobeta malbatê dan û bi lêv kirin ku têkoşîna edaletê ya malbata Şenyaşar rayagiştî, parêzeran û baroyê eleqedar dike.    TEVÎ ASTENGKIRINÊ JÎ DAXUYANÎ DAN   Parêzeran diyarkirin ku tevî astengkirinê jî wê daxuyaniyê bidin û pankarta “Ji bo malbata Şenyaşar edalet” vekirin. Li ser vê yekê tîmên polîsan ên cuda hatin vexwendin. Polîs li dijî sekna bi biryar a parêzeran bêyî ku mudaxile bikin li ber edliyeyê veqetiyan. Yek ji parêzerê malbatê Bulent Dûran ê piştî hewldanên astengkirinê axivî wiha got: “Tevî ku malbat tenê bi rûniştinê daxwaza edaletê kir jî her roj cihê nobeta wan hate tengkirin, derxistin derveyî avahiya edliyeyê û cihê lê rûniştin bi bariyeran hatin dorpêçkirin. Hewldan dengê malbatê bibirin. Ev lêpirsîn li gorî hiqûqa desthilat û serweran dimeşe. Dosyayê ji me vedişêrin û lêpirsîn pêş ve naçe.”   ‘DOSYAYÊ JI ME DIREVÎNIN’   Dûran, bi bîr xist ku piştî komkujiyê 4 salan di 2’yê nîsana 2022’yan de têkildarî dosyaya nexweşxaneyê 4 kes hatin girtin û wiha berdewam kir: “Di lêpirsîna veşartî hate kirin de dest nedan faîlan. Ji ber delîl ji holê hatin rakirin, 4 kes girtin û 2 kes van rojên derbasbûyî bi awayekî bêdeng berdan. Beyanên şahidan hatin pirsîn lê ji parêzerên malbatê re lêpirsîn bi sînore. Kesên komkujî pêk anîn nehatin girtin. Rayagiştî wê vê bizane. Em weke parêzer bi israr û înat daxwaz dikin ku divê lêkolîna li îstînafê demildest bê kirin, Fadil Şenyaşar bê berdan, faîl demildest bên girtin, di dosyaya nepen û sînordar de herkesên ku sûc kirine bên cezakirin.”   ‘EM Ê BI 600 PARÊZERAN LI VIR BIN’   Dûran, bang li kesên xwedî wijdan, parazvanên mafên mirovan û baroyan kir ku tev li roja 600’emîn (28’ê cotmehê) a Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar bibin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Hemû parêzerên xwedî wijdan divê li cem malbatê bin. Em di 28’ê cotmehê de di roja 600’emîn de bi 600 parêzeran re li vir bin. Bila ew dozgerê îro bi me re hevdîtin nekir baş bizane. Em ê di 28’ê cotmehê de bi 600 parêzeran bikevin vê edliyeyê. Em bang li dozgerên ku deriyên xwe ji me re girtin û faîlan diparêzin dikin; em ê wê rojê bi 600 parêzeran re li vir bin. Em ê ji bo edaletê têbikoşin. Em ê berpirsyartiya xwe bi cih bînin.”   ŞENYAŞAR: EM HERKESÊ VEDIXWÎNIN VIR   Dû re Ferît Şenyaşar mafê axaftinê girt û wiha got: “Di 14’ê hezîrana 2018’an de di nava Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê de 3 mirov bi lînckirinê hatin qetilkirin. 4 sal derbas bûn hêj di dozê de biryara nepen didome. Kesên ku komkujî kirin li meydanan diğerin. Ev ne sûc in lê daxwaza me ya edaletê ya li vir sûc e. Nobeta me heta ku edalet pêk were wê bidome. Heke baro, parêzer bêdeng bibin welatî nikarin bêhnê bistînin. Em li vir têkoşîneke maf didin. Em di roja 600’emîn de hemû serokên baroyan, parêzeran û her kesên ku dibêjin ez parazvanê mafê mirovan im vedixwînin vir. Wezîrê Dadê dibêje ‘Deriyan ji welatiyan re negirin’. Deriya Edliyeya Rihayê ya girêdayî Wezaretê niha ji me re girtî ye. Daxwazên me yên hevdîtinê nayên qebûlkirin. Serdozger ji me direve, vê bêhiqûqiyê hemû cîhan dişopîne.”   Daxuyanî bi çepikan bi dawî bû.