Ji ÎHD’ê rapora 3 mehan: 29 serlêdanên Îmraliyê hatin redkirin 2022-10-12 16:12:02 STENBOL - ÎHD’ê rapora binpêkirina mafê mirovan a derbarê girtîgehên herêma Marmamarayê û girtîgehên li heremên din de eşkere kir û diyar kir ku li 23 girtîgehan di 3 mehan de hezar û 275 binpêkirinên mafan qewimîne û 29 serlêdanên ji bo hevdîtina bi Ocalan re jî bêbersiv hatine hiştin.    Komîsyona Girtîgehan a Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Stenbolê, "Rapora Binpêkirina Mafên Girtîgehên Herêma Marmarayê" ya 3 mehan a mehên tîrmeh-tebax-îlona 2022'yan li ser binpêkirinên li girtîgehên li gelek herêmên cuda û Herêma Marmarayê eşkere kir. ÎHD’ê ji bo eşkerekirina raporê li avahiya xwe civîna çapemeniyê li dar xist. Endamên Komîsyona Girtîgehan a ÎHD'ê Meral Nergiz Şahîn, Ûmûhan Kaya û Mehmet Acettîn, Seroka ÎHD'a Stenbolê Gulseren Yolerî û endamên Înîsiyatîfa Piştevaniya bi Girtiyan re beşdarî civînê bûn.   JI 23 GIRTÎGEHAN SERLÊDAN    Di rapora ku bi rêya çapemeniyê, faks û nameyên girtiyan şandine, her wiha bi serlêdanên malbat û parêzeran re dane hatine berhevkirin. Serlêdanên di raporê de ji Girtîgeha Tîpa L a Maltepe, Girtîgeha Tîpa F a Edîrne, Girtîgeha Bakirkoyê ya Jinan, Girtîgeha Tîpa R a Metrîsê, Girtîgeha Jimara 1’an a Tîpa F a Tekîrdagê, Girtîgeha Tîpa F a Kandirayê, Girtîgeha Sîlîvrî, Girtîgeha Tîpa T ya Wanê, Girtîgeha Jinan a Gebzeyê, Girtîgeha Beşîkdûza Trabzonê, Girtîgeha Tîpa T a Denîzlî, Girtîgeha Tîpa T a Hejmar 1 a Alîaga Şakranê, Girtîgeha Jinan a Alîagayê, Girtîgeha Tîpa F a Kiriklara Îzmîrê, Girtîgeha Tîpa S a Bodrumê, Girtîgeha Tîpa T a Bolvadîn a Afyonê, Girtîgeha Jinan a Kayseriyê, Girtîgeha Tîpa S a Antalyayê, Girtîgeha Tîpa E ya Meletiyê, Girtîgeha Tîpa T a Bafrayê, Girtîgeha Jinan a Tarsûsê, Girtîgeha Sêrt û Girtîgeha Sakaryayê ya Tîpa L’yê di nav de ji 23 girtîgehan hatine.    HEZAR Û 275 BINPÊKIRIN    Li gorî raporê, di mehên tîrmeh, tebax û îlonê de ji Girtîgeha Sîlîvriyê 12, ji Girtîgehên Tîpa F ya Tekîrdagê yên Jimara 1 û 2’yan, ji Girtîgeha Tîpa F ya Kandirayê 10, ji Girtîgeha Girtî ya Tîpa L a Maltepeyê 7, ji girtîgehên din jî 21 serlêdan hatine kirin. Di raporê de ku serlêdanên bi mehan jî tê de cih digirin de, di meha Tîrmehê de 18, di meha Tebaxê de 17, di meha Îlonê de jî 26 serlêdan bi giştî 61 kes hatin kirin. Di raporê de hat destnîşankirin ku girtiyên edlî 12, girtiyên siyasî jî 49 serlêdan kirine. Hat diyarkirin ku ji serlêdanan 6 jê jin, 55 jê jî ji aliyê mêran ve hatine kirin. Di serlêdanên hatin kirin de gelek binpêkirin mafan hatine tespîtkirin. Di meha Tîrmehê de di 18 serlêdanan de 388, di meha tebaxê de di 17 serlêdanan de 339 û di meha îlonê de jî di 26 serlêdanan de 548 binpêkirin hatin dîtin. Li gorî vê bi giştî 974 binpêkirin hatin tespîtkirin. Di raporê de hat diyarkirin ku bi rêya nûçeyên çapemeniyê 301 binpêkirin hatin tesbîtkirin û hat destnîşankirin bi giştî hezar û 275 binpêkirinên mafan hatine tomarkirin.    BINPÊKIRINA MAFÊ JIYANÊ    Di raporê de hat destnîşankirin ku binpêkirinên mafên jiyanê, muameleya xerab, lêdan û îşkenceyê, mafê tendurustî û dermankirinê, mafê ragihandinê, mafê xwarinê, mafê xwegihandina edaletê û mafê darizandineke adilane cih digirin. Li gorî raporê di çarçoveya mafê jiyanê de 37 binpêkirin hatine kirin. Di raporê de hat ragihandin ku 4 girtî rastî gefa kuştinê hatine, 2 girtî bi zorê întîxar kirine, girtiyek bi ben xwe xenqiandiye, 2 girtî hewl dane xwe bikujin, herî kêm 15 girtî mirine, herî kêm 512 girtî rastî muameleya xerab û îşkenceyê hatine. Di raporê de ku di çarçoveya mafê tendirustî û tedawiya têrker de 202 binpêkirin hatin tomarkirin, hat diyarkirin ku 264 binpêkirinên mafê ragihandinê hatine tespîtkirin. Di raporê de hat diyarkirin ku di çarçoveya mafê girtina nehiqûqî û darizandina adilane de 68, di çarçoveya mafê destnedanê de jî 28 binpêkirin hatine kirin.    29 SERLÊDANÊN JI BO ÎMRALIYÊ HATINE REDKIRIN    Yek ji mijarên di nava hezar û 275 binpêkirinan de cih digire jî, serlêdanên parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ê ku 23 sal in di bin şert û mercên tecrîda giran de li Girtîgeha Îmraliyê de tê ragirtin û zêdeyî 18 meh in agahî jê nayê girtin, hatin redkirin e. Di raporê de hat diyarkirin ku serlêdana parêzerên Ocalan a ji bo hevdîtina 29 caran hatiye redkirin.   ‘JIYANA GIRTIYAN DIKIN HEDEFÊ’    Seroka Şaxa ÎHD’ê Gulseren Yolerî raporê eşkere kir û destnîşan kir ku bi van binpêkirinên mafan raste rast jiyana girtiyan hedef tê girtin. Yolerî bal kişand ser mirina bi guman a girtiyan û rêveberiyên girtîgehên di bin navek din de ku girtiyan jiyana xwe ji dest daye xeberê didin malbatên wan.    GIRTÎ DIXWAZIN TECRÎD BI DAWÎ BIBE    Yolerî daxwazên girtiyan ên ji bo bidawîanîna binpêkirinên mafan û tecrîdê rêz kir û gardiyan û rêveberiyên girtîgehan bi helwestên kêfî li dijî girtiyan tevdigerin. Yolerî destnîşan kir ku divê hemû raya giştî deng û daxwaza girtiyan bibihîze û ji bo girtiyan bi berpirsiyarî tevbigerin.