Derheqê 6 kesên tev li Nobeta Edaletê bûn de doz hat vekirin 2022-10-12 16:17:15   STENBOL - Derheqê 6 kesên di dema çalakiya Nobeta Edaletê ya malbatên girtiyan a li Stenbolê de hatibûn binçavkirin, doz hat vekirin.    Malbatên girtiyan ên Stenbolê, bi mebesta berdana girtiyên nexweş û yên înfaza wan hatiye şewitandin, dest bi Nobeta Edaletê kiribûn. Di çalakiya malbatan a 23’yê hezîranê de polîsan êrişî çalakvanan kiribûn. Di encama êrişa polîsan de dayika Yakup Akman ku li Girtîgeha hejmar 3 a Tîpa F a Sîlîvriyê tê ragirtin Fînce Akman û dayika Xemgîn Karaş ê li Girtîgeha Tîpa T a Afyonê tê ragirtin Cemîle Karaş hatibûn derbkirin û binçavkirin. Li gel Akman û Karakaş, her wiha 4 kesên piştgirî didan çalakiyê jî bi hinceta “li dijî qanûna civîn û xwepaşandanan derketine” îfade dan. Piştî îfadeyan jî her 6 ibnçavkirî hatin berdan.    VEGUHERÎ DOZÊ   Lêpirsîna ku ji hêla Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê ve hatiye vekirin, veguherî îdianamey^. Di îdianameyê de tê îdiakirin ku di çalakiyê de li gel Akman û Karakaş, kesên din li gorî hişyariya polîsan tevnegeriyane û hat xwestin ku bên cezakirin. Îdianame pêşkeşî Dadgeha Cezayên Giştî ya Stenbolê hat kirin û Dadgeha Cezayên Giştî di 4’ê cotmehê de qebûl kir. Danişîna ewil a dozê dê di 2’yê adara 2023’yan de bê dîtin.