Cenazeyê Nagîhan Akarsel gihişt Silopiyayê 2022-10-12 16:53:34   NAVENDA NÛÇEYAN - Cenazeyê Nagîhan Akarsel a li Silêmaniyê hate qetilkirin, ji Deriyê Sînor ê Xabûrê derbasî Silopiyayê bû.    Cenazeyê endama Navenda Lêkolînên Jineolojiyê, Edîtora Kovara Jineolojiyê, akademîsyen, û rojnameger Nagihan Akarsel a di 4’ê cotmehê di encama êrişeke sûîqestê de li bajarê Silêmaniye yê Herêma Federal a Kurdistanê hate qetilkirin, gihişt navçeya Silopiya ya Şirnexê. Cenazeyê Akarsel ê ku bi rojan bi hinceta “belgeyên kêm” şandina wê ya bi balafirê tê astengkirin, îro bi rêya bejahiyê hate birêkirin.    Cenazeyê ku ji Deriyê Sînor ê Xabûr yê navçeya Silopiyaya Şirnexê derbas bû, ji bo ku were veşartin ber bi bajarê wê Konyayê ve tê birêkirin.