Beriya hatina Erdogan Girtîgeha Amedê hat valakirin 2022-10-12 18:21:25   AMED - Beriya hatina serdana Serokkomarê AKP'î Erdogan Girtîgeha Amedê ya Tîpa E'yê di rojekê de hat valakirin.    Serokkomarê AKP'î Tayyîp Erdogan dê di 15'ê Cotmehê de bê Amedê. Beriya serdana Erdogan Girtîgeha Amedê ya Tîpa E'yê di rojekê de hat valakirin. 270 girtî û 170 personel sewqî girtîgehên din ên li bajêr hatin kirin.    Erdogan di 9'ê Tîrmeha 2021'ê de gotibû ew ê Girtîgeha Amedê di nêz de vala bikin û wê veguherînin navenda çandê. Lê belê kesên li vê girtîgehê rastî îşkenceyên giran hatibûn dixwazin girtîgeh bibe muze.