Cenazeyê Akarselê ber bi Konyayê ve hat birêkirin 2022-10-12 18:31:53 ŞIRNEX - Cenazeyê Endama Navenda Lêkolînên Jineolojiyê Nagîhan Akarselê ji Silopiyayê ber bi Konyayê ve hat birêkirin.    Cenazeyê akademîsyen-rojnamevan, Endama Navenda Lêkolînên Jineolojiyê û Edîtora Kovara Jineolojiyê Nagîhan Akarselê ku di 4'ê Cotmehê de li bajarê Silêmaniyê yê Herêma Kurdistana Federe hatibû qetilkirin, ji Silopiyayê ber bi Konyayê ve hat birêkirin.    Piştî ku cenazeyê Akarselê gihaşt Deriyê Sînor ê Xabûrê, fermanderekî tirkî yê li gumrukê peywirdar ji polîsan pirsî "meyt hatiye?" Wê kêliyê Parlementerê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Şirnexê Huseyîn Kaçmaz bertek nîşanî gotinên eskerê tirkî da û wiha got: "Tu fedî nakî tu wiha dibêjî? Meriv mirov be û wiha bibêje? Qey tu hurmeta we ji bo cenaze tune ye?" Piştî bertekê esker paşnavê xwe yê li ser milê xwe rakir û paşê doza lêborînê kir û got ku tişta wî kiriye şaş e.    Piştî nîqaşê ewraq hatin temamkirin û cenazeyê Akarselê di deriyê sînor re derbasî hêla bakurê Kurdistanê hat kirin. Cenazeyê Akarselê bi rêya bejahiyê ber bi bajarê wê Konyayê ve hat birêkirin.