Akarsel li Wanê hat bibîranîn 2022-10-12 18:46:42     WAN - Endama Navenda Lêkolînê ya Jineolojiyê akademîsyen-rojnamevan Nagîhan Akarsel a li Silêmaniyê hat qetilkirin, li Wanê hat bibîranîn.    Endama Navenda Lêkolînê ya Jineolojiyê, akademîsyen-rojnamevan Nagihan Akarsel a li Başûrê Kurdistanê hat qetilkirin, li Wanê hat bibîranîn. Merasîma bibîranînê li avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Wanê hat lidarxisti. Kesên tevlî merasîmê bûn qurnefîl danîn ser maseya ji bo Akarselê hat amadekirin û find vêxistin. Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Wanê Mûrat Sarisaç, Tevgera Jinên Azad (TJA), HDP, Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), TÛHAY-DER, xebatkarên jineolojiyê, endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê û gelek welatî tev li bibîranînê bûn. Bîranîn, bi rêzgirtinê dest pê kir. Piştî rêzgirtinê, bêyî navber dirûşmeyên “Şehîd namirin" û “Jin jiyan azadî" hatin berzkirin.    Xebatkara Kovara Jineolojiyê Dîlan Yildiz ku di bibîranînê de axivî, behsa jiyana Akarselê kir. Yildiz, bibîr xist ku Akarsel di serî de çapemenî û jineolojî di gelek waran de xebitiye û got ku Akarsel, pêşengeke ji pêşengên têkoşîna jinên kurd e. Yildizê ev tişt anîn zimên: “Heval Nagîhan, dîroka jinan ku di tariyê de hatiye hiştin, ronî kir. Wê sedsala 21’emîn, bibe sedsala jinan. Em her tim hişmendiya ku hevala me qetil kir, teşhîr bikin.“"   Piştre ji Kovara Jineolojiyê Hediye Sayiner û Neslîhan Sedal ji bo Akarselê helbest xwendin.