Heyeta HDP'ê hevdîtin bi CPT'yê re kir 2022-10-12 19:57:23 ENQERE - Heyeta HDP'ê hevdîtin bi CPT'yê re kir ku demek berê serdana Girtîgeha Îmraliyê kiribû.    Cîgirê Hevserokatiya Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê ji komîsyona têkiliyên derve berpirsiyar Hişyar Ozsoy, Hevberdevka Komîsyona Têkiliyên Derve ya HDP'ê Feleknas Ûca, Nûnerê Konseya Ewropayê yê HDP'ê Faîk Yagizay û Hevşaredara Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê a qeyûm tayinî şûna wê hatiye kirin Bedîa Ozgokçe hevdîtin bi Komîteya Pêşîlêgirtinê ya Konseya Ewropayê (CPT) re kir.    Faîk Yagiazayê HDP'î têkildarî mijarê ji ajansa me re axivî. Yagiazay ragihand ku rayedarên CPT'yê diyar kirine ku li Girtîgeha Îmraliyê hevdîtin bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û girtiyên din Omer Hayrî Konar, Veysî Aktaş û Hamîlî Yildirim re kirine û got ku CPT'yê têkildarî hevdîtina li Îmraliyê tiştek bi wan re parve nekiriye.    Yagizay ev tişt gotin: "Ji me re gotin me yeko yeko hevdîtin bi 4 kesên di Girtîgeha Îmraliyê de kiriye. Gotin 'ji xeynî vê em nikarin tu tiştî bibêjin.' Diyar kirin ku dê rewşa girtiyên nexweş û girtîgehan bişopînin. Ji bo rapora der barê serdanê de jî gotin, ev girêdayî dewleta têkildar e. Gotin, 'Em jî dixwazin bê zanîn bê em çi pêşniyazî Tirkiyeyê dikin. Lê mafê weşandina wê înîsyatîfa dewleta tirkî ye. Tişta dikeve ser milê me, em biçin wir, raporê amade bikin û doza weşandina wê li wan bikin."