Çalakiya rûniştinê ya li ber avahiya Konseya Ewropayê didome 2022-10-12 20:50:30   NAVENDA NÛÇEYAN - Çalakiya rûniştinê ya li ber Konseya Ewropayê ya ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan berdewam dike.   Li ser banga KCDK-E’yê, Kurdistanî û dostên wan ên li bajarê Strasboûrgê yê Fransayê hatin ba hev, ji bo azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li ber avahiya Konseya Ewropayê (KE) dest bi çalakiya rûniştinê ya çar rojan kirin. Çalakî di roja sêyemîn de berdewam dike.   Koma ji Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD), Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK), Civaka Îslamî ya Kurdistanê (CÎK), Federasyona Komeleyên Elewî (FEDA), nûnerên saziyên Êzidî û hunermendên Tevgera Çand û Hunerê ya Kurd a Ewropayê (TEV-ÇAND) pêk dihat, çalakî dewr girt.   Li ser navê TEV-ÇAND’ê Hozan Şemdîn axivî û got: “Gelê kurd bi salan e, li ber van saziyan ji bo edaletê û azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bang dikin. Lê CPT bi salan e, van bangan cidî nagire. Em hêvî dikin ku bi hewldan û çalakiyên tên kirin, vê carê saziyên Ewropayê peywira xwe pêk bînin.”   Li ser navê CÎK’ê jî Mela Mihyedîn axivî û wiha got: “Welatên Ewropayê yên dibêjin em demokrat in, wê bi milyonan gelên kurd ên mafê wan hatî xespkirin, bibînin. Aqûbeta zilmkaran. Rêber Abdullah Ocalan dengê gelê kurd e. Destpêkê banga me ji bo gelê kurd e. Divê em destpêkê yekîtiya xwe, pêk bînin. Ez bang li welatên Ewropayê dikim, yan peywira xwe bi cih bînin yan jî peyva demokrasiyê ji gotinên xwe der xînin."   Endamê PYD’ê Dexil Silêman jî komploya 9’ê Cotmehê şermezar kir û got: “Dîlgirtina Rêber Apo, dîlgirtina gelê kurd e. Me di şexsê Rêbertî de, demokrasiya we dît. Rêbertî ne kesayetek e, fikrek e ku belavî cîhanê bûye. Ma hûn qirkirinên dewleta Tirk ên li Şengalê û Mexmûrê nabînin? Em ji bo nîşandana vê yekê, li vir in.”   Hevserok FEDA’yê Demîr Çelîk jî wiha got: “Ev 24 sal in kurd û Kurdistan, li Îmraliyê di bin tecrîdê de ne. Ewropa kor, ker û lal e. Em vê qebûl nakin. Em weke Elewiyan dibêjin ku 72 milet yek in û xwestina jiyanek adilane mafê me jî ye. Azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wê ne tenê ji bo gelê kurd, wê ji bo hemû gelên cîhanê bibe pêşketinek ku pêşiya wê vekirî.”