Cenazeyê Suphan Çabuk ji ATK hate girtin 2022-10-13 02:14:47 RÎZE - Cenazeye Suphan Çabuk  ku li Girtîgeha Tîpa L a Kalkandere ya Rîzeyê hat qetilkirin, ji aliyê malbata wî ve ji ATK'ê hate girtin û ber bi Amedê ve bi rê ketin.    Suphan Çabuk ku  di sala 2016'an de hatibû girtin û  16'e berfanbarê ji sala 2020'an heta niha  li Girtîgeha Tîpa L a Kalkandere ya Rîzeyê ragirtî bû dûh hat qetilkirin. Piştî ku malbata Çabuk agahiya qetilkirina wî bihîst bi Hevserokê Komeleya Piştevaniyê ya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re (TUAY-DER) ya Amedê Mehmed Gunduz, Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a navçeya Pasûrê ya Amedê Asim Ozgen ve ketin rê û nîve şeve gehiştin Rîzeyê.    Malbata Çabuk bi girî û hawaran cenazeyê xwe  li  Saziya Tiba Edlî (ATK) ya Rîze girtin û ji bo definkirinê ber bi navçeya Pasûrê ya Amedê bi rê ketin. Her wiha Rêxistina HDP ya Rîze jî li ber ATK li cem malbatê bû.