Li Şirnexê di 22 mehên dawî de 27 kesan xwe kuştiye 2022-10-13 09:01:58 ŞIRNEX - Di salên dawî de li Şirnexê û herêmê bûyerên xwe kuştinê zêde bûne. Di 22 mehên dawî de 32 kesan hewl daye xwe bikuje û ji van kesan 27 kes jiyana xwe ji dest dane. Derûnnas Îsrafîl Bulbul diyar kir ku li herêmê şert û mercên pevçûnan metirsiya xwekuştinê zêde dike û wiha got: “Piştî sala 2019’an welatê ku herî zêde nexweşiyên derûniyê lê zêde bûne Tirkiye ye."   Polîtîkayên şerê taybet ên li Kurdistanê tên meşandin, bi xwe re xizanî, betalî, tiryak û fuhûş zêde kiriye. Ciwanên ku ketine ber pêlên van polîtîkayan, piştî demekê xwe dikujin. Li Şirnexê û navçeyên wê ji sala 2021'ê heya niha 32 kesan serî li xwekuştinê daye. Ji van kesên hewl dan xwe bikujin 27 kesan jiyana xwe ji dest daye.   Derûnnas Îsrafîl Bulbul bal kişand ser sedemên xwekuştinê û wiha got: “Piştî sala 2019’an welatê ku herî zêde nexweşiyên derûniyê lê zêde bûne Tirkiye ye."   TIRKIYE BÛYE WARÊ NEXWEŞIYÊN DERÛNÎ   Bulbul bal kişand ser pêwendiya di navbera pevçûnên li herêmê û xwekuştinê de û wiha axivî: “Der barê herêmê de daneyên zelal li ber destê me tune ne. Ji aliyê îstatîstîkî ve em daneyên TUÎK'ê bi kar tînin. Her çendî gumanên me li ser rastbûna wan hebin jî. Lê dema em li daneyên TUÎK'ê dinêrin, bajarên ku herî zêde rêjeya xwekuştinê lê zêde bûye, Dêrsim e û piştî wê bi dorê Çewlik û Erdexan e. Li van her sê bajaran zêdebûnek heye. Li aliyê din, di 5 salên dawî de li Karaman û Bûrdûrê jî zêdebûnek heye. Lê der barê Şirnex, Amed û Mêrdînê de tu dane li ber destê me tune ne ku em bibêjin ev yek li van deran zêde bûye."   Bi domdarî Bulbul anî ziman ku bi gelemperî sedema herî mezin a zêdebûna xwekuştinê nexweşiya derûnî ye û ev tişt gotin: "Sedema zêdebûna nexweşiyên derûnî bi wê yekê tê ravekirin ku kesên rastî pevçûnên di navbera 2015 û 2016'an de hatine û yên di dema pevçûnên salên 1980'î de jiyane, hêsantir bi nexweşînên derûnî re rû bi rû dimînin. Bi taybetî bi pandemiyê re, li Tirkiye û herêmê wekî tevahiya cîhanê, nexweşiyên derûnî zêde bûn. Balkêş e ku piştî sala 2019'an di nav welatên Ewropayê de welatê ku herî zêde nexweşiyên derûnî lê zêde bûne Tirkiye ye. Di salên dawî de, di nexweşiyên derûnî de zêdebûnek berbiçav heye. Di nav vê de depresyon û nexweşiyên tirsê hene. Her wiha em dikarin bibêjin ku bikaranîna tiryakê metirsiya xwekuştinê zêde dike. Her çendî di daneyên TUÎK'ê de xuya neke jî, lê li herêmê xwekuştin zêde bûye."    ROLA MEDYAYÊ   Derûnnas Bulbul di zêdebûna rêjeya xwekuştinê de îşaret bi rola çapemeniyê kir û ev tişt anî ziman: "Di medyayê de xuyabûna bûyerên xwekuştinê û di nûçeyan de agahiyên pir spekulatîf ên der barê sedemên xwekuştinê de cih digirin, dibin sedem ku ev yek zêde bibe. Wekî em ji lêkolînên berê jî dizanin, ev medyatîk û berbelavtir dibe. Di vê mijarê de xebatên me yên berê hene. Pir populer bû dema ku yekî xwe di pirekî de diavêt. Li hin welatan jî xwe şewitandin dibû wekî şêwazeke xwekujiyê. Divê çapemenî vê aşkere nede. Divê çapemenî herî kêm wêne û dîmenan bide û di nûçeyan de jî li ser nexweşiya wî/ê kesî/ê raweste."   Li Şirnexê bûyerên xwekuştinê yên ji sala 2021'ê heya niha bi vî awayî ne:   *Di 6'ê çileya 2021'ê de jina bi navê Kevser Eroglû li gundê Şikeftaspi yê navçeya Basa bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest da.   *Di 15'ê hezîrana 2021'ê de Mehmet Emîn Dizim (26) li gundê Dizim ê navçeya Hezexê ya Şirnexê xwe kuşt.   *Di 3'yê îlona 2021'ê de li navçeya Basa ya Şirnexê Emîne K. hewl da xwe bikuje.   *Di 16'ê îlona 2021'ê de Bariş Ediş li gundê Elemûn ê navçeya Qilaban a Şirnexê, xwe kuşt.   *Di 3'yê cotmeha 2021'ê de Hasan Şabahat ê 22 salî li gundê Cîmay ê navçeya Silopiya ya Şirnexê, xwe kuşt.   *Di 3'yê cotmeha 2021'ê de li Taxa Ofîsê ya Silopiyayê Huseyîn Barkin ê 90 salî xwe kuşt.   *Di 26’ê cotmeha 2021’ê de Erkan Acay ê 19 salî li navçeya Cizîrê ya Şirnexê xwe kuşt.   *Di 17’ê mijdara 2021’ê de li navçeya Qileban a Şirnexê jina bi navê Y. A. xwe kuşt.   *Di 25’ê mijdara 2021’ê de li taxa Cûdiyê ya navçeya Cizîrê ya Şirnexê Hêlîn K. a 18 salî bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest da.   *Di 16'ê kanûna 2021'ê de ciwanekî navê wî nehat zanîn li hember avahiya Qeymeqamtiya Cizîrê ya Şirnexê, ji ber pirsgirêkên aborî hewl da xwe bikuje.   *Di 1'ê çileya 2022'yan de li bajaroka Karalar a navenda navçeya Hezexê keça 17 salî F. S. xwe kuşt.   *Di 1'ê çileya 2022'yan de Hanim Kutluk (20) li Taxa Şehîd Harûn a navçeya Silopiya ya Şirnexê, bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest da.   *Di 16'ê çileya 2022'yan de li bajaroka Karalar a Hezexê Felek Çetîn a 17 salî xwe kuşt.   *Di 3'yê sibata 2022'yan de li Hezexê Kader Yagbasan a 23 salî bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da.   *Di 4’ê sibata 2022’yan de Azad Tîmûr ê 29 salî ku bi malbata xwe re li Taxa Cûdiyê ya navçeya Cizîrê ya Şirnexê dima, xwe kuşt.   *Di 7'ê sibata 2022'yan de li Yenîmahalle ya navçeya Hezexê ya Şirnexê zarokê bi navê Z.T. hewl da xwe bikuje.    *Di 2’yê gulana 2022’yan de li navçeya Cizîrê ya Şirnexê E.A. xwe kuşt.   *Di 17'ê gulana 2022'yan de Harûn Demîrtaş, li mala xwe ya li navçeya Silopiya ya Şirnexê bi awayekî mirî hat dîtin.   *Di 31’ê gulana 2022’yan de li gundê Mergehê yê navçeya Qileban a Şirnexê ciwanê 20 salî B.S. hewl da xwe bikuje.   *Di 2’yê hezîrana 2022’yan de hat îdiakirin ku li gundê Misûrî yê navçeya Cizîrê ya Şirnexê ciwanê bi navê Berkan Erdogan xwe kuşt.   *Di 2'yê hezîrana 2022'yan de li navçeya Qilaban a Şirnexê ciwanê bi navê Zafer Bayar (23) xwe kuşt.   *Di 6'ê hezîrana 2022'yan de Bilmez Sak ê 20 salî li gundê Mergeh ê navçeya Qilaban a Şirnexê hewl da xwe bikuje.   *Di 25’ê hezîrana 2022’yan de polîsê bi navê Talîp Bayan ê li Midûriyeta Polîsan a navçeya Hezexê ya Şirnexê di dema nobedê de xwe kuşt.   *Di 26’ê hezîrana 2022’yan de ciwanê bi navê Fetullah Akçan (24) ê ji gundê Zenglokê yê navçeya Hezexê ya Şirnexê, xwe kuşt.    *Di 20’ê tebaxa 2022’yan de Omer Mungan (21) li Taxa Konakê ya navçeya Cizîrê ya Şirnexê xwe kuşt.   *Di 20'ê tebaxa 2022'yan de hat derpêşkirin ku cerdevan Mehmet Şîrîn Varli yê li bajaroka Çalişkan a navçeya Silopiya ya Şirnexê li deriyê Çiyayê Cûdî yê Cebraîlê bi çeka xwe kuştiye.   *Di 25'ê tebaxa 2022'yan de Agît Dayan ê 23 salî li gundê Cêleka yê navçeya Basa ya Şirnexê, xwe kuşt.   *Di 26’ê tebaxa 2022’yan de li navçeya Cizîrê ya Şirnexê ciwanê 17 salî D.T ku xwe avêt Çemê Dîcleyê ji aliyê xebatkarên tenduristiyê ve hat rizgarkirin.   *Di 1'ê îlona 2022'yan de Ahmet Ûçkaç (22) ê li gundê Şaxê yê navçeya Cizîrê ya Şirnexê li mala xwe, xwe kuşt.    *Di 6'ê îlona 2022'yan de li navçeya Cizîrê ya Şirnexê ciwanê bi navê B. Y. (20) hewl da xwe bikuje.   *Di 8'ê îlona 2022'yan de ciwanê bi navê Cîhan Çevîk (23) li Taxa Vakifkentê ya Şirnexê, xwe kuşt.   *Di 15'ê îlona 2022'yan de Mahmût Nas ê 67 salî xwe kuşt.   MA / Zeynep Dûrgût