Balik ê ku 30 salan di girtîgehê de ma: Min di girtîgehê de xwe nas kir 2022-10-13 09:02:36   AMED - Abdulhamît Balik ku piştî 30 salên girtîgehê di 29’e îlonê de hat berdan anî ziman ku wî di girtîgehê de xwe naskiriye.   Abdûlhamît Balik ku di sala 1992'yan de di 28 saliya xwe de li navçeya Bismîlê ya Amedê bi hinceta "endamtiya rêxistinê" hatibû girtin û cezayê muhebeda giran lê hatibû birîn, piştî 30 salan di 29'ê îlonê de ji Girtîgeha Kandirayê derket. Balik li gundê xwe Haciya Kurmanca yê navçeya Bismilê ya Amedê ji ajansa me re axivî.    ‘WEKÎ JINÛVE HATIBIM DINYAYÊ’   Balik ji bo derketina ji girtîgehê ya piştî 30 salan got ku wekî jinûve hatibe dinyayê. Balik hestên xwe bi vî awayî anîn zimên: “Hevalan ji min re digot, dema tu derketî ber derî xwe biaveje erdê. Piştî 30 salan dema ez derketim ber derî, min dît ku gelek kes li ber girtîgehê kom bûne. Ev hestek cuda li ser min çekir. Neviyeke min jî li wir bû. 11 salî ye. Tiştek di destan de bû û ez dikişandim. Telefon bû. Wê demê min nizanibû ez ê çawa biaxivim. Ew bi min re diaxivîn, min guhdar dikir. Lê min nedizanî ku ez dê çawa biaxivim. Yanî min nedizanî ku ez çi bêjim. Hinek heval hatibûn, di sala 95’an de em bi hev re bûn di girtîgehê de. Dema min ew li ber girtîgehê dîtin, ev bandorek giran li ser min çêkir. Bifikirin di sala 95’an de me hev nas kir, lê niha li ber derî bûn. Di destpêke de piştî ew qas salan min ew nas nekirin. Min gelek xizmên xwe jî nas nekirin. Yanî derketina min a ber deriyê girtîgehê, wekî ez nû hatibim dinyayê, hîsek wisa bû.”   'HER TIŞT GUHERIYE'   Bi domdarî Balik diyar kir ku di 30 salan de gelek tişt guherîne û wiha got: “Dema ez hatim girtin li herême nezîkatî û jiyaneke cuda hebû. Ji avahiyan bigrê heta mirovan pir cuda bû. Lê piştî 30 salan ez hatim gund, avahiyên li gund ji guherîne. Dema ez li hişmendiya niha dinêrim, ji aliyê neyînî ve guheriye. Yanî li gund ji bilî vê odeya me xaniyên axê nemane. Hemû bûne beton û bîna. Xaniyê neguheriye, xaniyê min e. Lê hişmendiya civakî hê jî heye. Dema ez hatim gund, şêniyên gund, kal û pîr jî hatin serdana min. Yanî ji ber mêvanan hê ez li gund negeriyame. Guherandin piranî di warê aborî de çêbûye. 30 sal berê hişmendiya civakî li pêş bû, niha ya aborî.”   ‘ME BÊRIYA HER TIŞTÎ DIKIR’   Di berdewamê de Balik bilêv kir ku di girtîgehê de her tim derve xeyal kiriye û wiha got: “Di girtîgehê de meriv her tiştî xeyal dikir. Dema çavê me li pisîkekê diket me digot çi qas pisîkeke şîrîn e. Yanî heke em li derve bûna belkî em wisa nefikirayan. Me çem, ax û daran xeyal dikir. Min pir çola gundê me xeyal dikir. Min digot, niha ez li çolên gundê xwe bûma. Hevalên ku min li derve ew nas kiribûn, ew dihatin bîra min, min ew dihejmartin, li malbatê digeriyam min pirsa wan dikir. Yanî mirov her tiştî xeyal dikir û bêriya her tiştî dikir."   ‘MIN DI GIRTÎGEHÊ DE XWE NAS KIR’   Balik anî ziman ku dema li ber pez bûye hatiye girtin û zêdetirî 20 rojan qereqola JÎTEM'ê hatiye girtin. Balik destnîşan kir ku dema hatiye girtin 28 salî bûye û 2 salan ji emrê wî zêdetir ceza lê hatiye birîn. Balik bal kişand ser hevaltiya li girtîgehê jî û ev tişt anî ziman: "36 sal ceza li min birîn. Hê jî 6 salen min hene. Di destpêke de girtîgeh zor dihat, lê ji ber sekn û nêzîkatiya hevalan min jiyana xwe ya malê ji bîr kir. Min li derve şivanî dikir, ez diçûm ber pez. Berê min tenê navê xwe dizanî, lê ji aliyê çandî û dîrokî min tiştek nedizanî. Min di girtîgehê de xwe nas kir. Ez di girtîgehê de hînî dîrok û çanda xwe bûm. Di girtîgehê de bêtir derfetên xwendin, nivîsandin û lêkolîne hebûn. Yanî xwenaskirin, bi perwerde, xwendin û nivîsandinê dibe. Dema ez li derve bûm, xwendin, nivîsandin û lêkolîna min tune bû, lê di girtîgehê de ew derfet hebûn. Zanîna min a derve û girtîgehê ne wek hev bû. Ez di girtîgehê de gelek tiştan hîn bûm."   'JIYANA HEVPAR HEBÛ'   Balik destnîşan kir ku piştî avabûna girtîgehên Tipa F'yê zext û tundiyên li girtîgehan jî zedê bûne. Balik, axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Dema ez nû ketim girtîgehê zext û tundî ew qas tune bûn. Hebûna jî ji ber jiyana me ya hevpar ew qas bandor li ser me nedikir. Dema ez derbasî Girtîgeha Bartîne bûm, li wir derfet bêtir zêde bûn. Lê piştî ku ez derbasî ya Tipa F'yê bûm, ji aliyê hişmendî û nêzikatiyê ve Tîpa F pir giran bû. Jixwe armanca Tipa F'yê jî jiholêrakirina hişmendiya hevpar bû. Yanî ne pergaleke komînal, dixwestin pergaleke takekesî hebe. Lê di her şert û mercî de jî me pergala xwe ya hevpar dimeşand. Tu tiştekî nedikarî pêşiya vê bigire. Em kesek an jî 3 kes bûna jî me pergala xwe ya hevpar dimeşand.”   MA / Mahmût Altintaş