Wezaret tazmînata ku daye kesekî din niha ji girtiyekî dixwaze 2022-10-13 09:05:35   RIHA- Wezareta Karên Navxweyî, teqîneke di sala 2004'an de xistiye stuyê A.D. yê ku di navbera 1996-2010'an de di girtîgehê de bûye. Her wiha wezaretê 92 hezar tazmînata daye malbata kesê ku di teqînê de jiyana xwe ji dest daye jî, ji A.D. xwestiye.    A.D. yê ji Pirsûsa Rihayê di sala 1996'an de li Hatayê di pevçûnekê de birîndar bûye. A.D. li Dadgeha Ewlehiyê ya Dewletê ya MEletiyê hatiye darizandin û di sala 1996'an de bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" 20 sal ceza lê hatiye birîn. A.D. 5 salan li Elbîstanê, 7 salan li Mereşê, 2 salan li Semsûrê û salekê jî di Girtîgeha Bîrecûkê de maye û di sala 2010'an de hatiye berdan. Wezareta Karên Navxweyî jî piştî A.D. hatiye berdan bi 7 salan, di 10'ê Gulana 2017'an de giliyê wî kiriye. Di 14'ê Gulana 2004'an de gava A.D. di Girtîgeha Hassayê ya Hatayê bûye, li texma Asartepe ya Zozana Îsmaîlaga ya Hassayê teqînek çêbûye. Wezaretê îdia kiriye ku berpirsê vê teqînê A.D. ye. Her wiha wezaretê 92 hezar û 88 TL tazmînata ku daye malbata Mehmet Çobanê ku di teqînê de jiyana xwe ji dest daye jî, ji A.D. xwestiye.    Dadgeha Hiqûqê ya Asliye ya 2'yan a Rihayê der barê A.D. de doza tazmînatê vekir. A.D. ku diyar kiriye wê demê ew di Girtîgeha Mereşê de bûye û îtiraz kiriye ku tu eleqeya wî bi bûyerê re tune ye.    Çendî A.D. destnîşan kiriye ku ew di navbera 1996-2010'an de di girtîgehê de bûye jî. Ddagehê biryar daye ku A.D. 92 hezar û 897 lîre û 88 qurîş tazmînatê bide. Piştî vê parêzerên A.D. serî li Dadgeha Îdare ya Herêmê ya DÎlokê dane. Dadgeha Îdareyê jî di 28'ê Adara 2019'an de biryara xwe eşkere kiriye ku xwestiye biryara dadgeha ewil bê betalkirin.    Piştî biryar hatiye xerakirin parêzerên Wezareta Karên Navxweyî jî serî li îstinaf dane û îtiraz kirine.    MA / Emrûllah Acar