17 sal li pey şopa heqîqetê… 2022-10-13 09:54:21   EDENE - Şemsê Bagdu li ser hevjînê xwe Kadrî Bagdu ku 17 sal belavkariya rojnameya Azadiya Welat kir û hat kuştin wiha got: "Ji ber ku kurd bû û heqîqetê derdixist holê hat qetilkirin. Bi kuştina lehengên Mûsa Anter nikarin dawî li vê yekê bînin.”    Di ser qetilkirina Kadrî Bagdû ku belavkarê rojnameya Azadiya Welat ku bi Biryarnameya di Hukmê Qanûnê de (KHK) hatibû girtin, 8 sal derbas bûn. Bagdû 17 sal belavkariya rojnameyê kir. Bagdû di 14'ê cotmeha 2014'an de dema li semta Şakirpaşa ya navçeya Seyhana Edeneyê bi duçerxeya xwe rojnameyê belav dikir, êrişek çekdarî lê hat kirin. Bagdû ku 5 gule li laşê wî ketin, li nexweşxaneya ku rakirinê jiyana xwe ji dest da.   Endamê DAIŞ'ê Servet Koç di peyam û wêneyên ku di sala 2016'an de ji Îsmaîl Bagdû yê kurê Kadrî Bagdû re şandibû de diyar kir ku wan çawa cînayet pêk aniye û gotiye ku ji aliyê dewletê ve hatine "bikar anîn". Lê belê di lêpirsînê de tu pêşketin çênebû. Serdozgeriya Komarê ya Edeneyê di cotmeha 2020’an de cînayet wek "doza edlî" nirxand û di lêpirsînê de biryara "lêgerîna daîmî" da. Li ser vê yekê serî li Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) dan. Lê heta niha ji AYM’ê tu bersiv nehatiye dayîn.   ‘ROJNAME JI BO WÎ PÎROZ BÛ’    Şemsê Bagdû ya ku 8 sal in ku êş û azara hevjînê xwe dikişîne û ji ber kujer nehatine dîtin ew bi gazin û nerazî ye. Bagdû anî ziman ku hevjînê wê ku hatiye qetilkirin gelekî bi rojnameya ku belav dikir ve girêdayî bû û wiha got: "Kadrî kesekî pir dilsoz bû. Serê sibê saet di 6'an de radibû û her roj dest bi belavkirina rojnameyê dikir. Nedigot germ e û sar e, bênavber dixebitî. Qet ji karê xwe nediwestiya. Ew ji aboneyên xwe re pir dilsoz bû û pir dihat hezkirin. Ew pir dilsozê gelê xwe û rojnameya xwe bû. Dema ku wî didît rojname li erdê mane, pir bihêrs dibû. Digot 'xwîna şehîdên me di vê rojnameyê de heye'. Rojname ji bo wî pir pîroz bû.”    Bagdû anî ziman ku hevjînê wê rojek beriya bê qetilkirin gelek caran hatiye tehdîdkirin, heman rojê 2 kesan wî şopandiye û wiha got: “Du kes bi motorê li ber mala me li bendê bûn, bêyî ku li tiştekî binêrin li malê temaşe dikirin. Motosîklet her roj di ber malê re derbas dibû, lê vê carê rewş cuda bû. Sibehê xeber hat ku ew li ser peyarê ku timî lê radiwestiya hatiye qetilkirin. Roja ku hat kuştin baran dibariya, qey mirov digot ji bo wî baran dibariya."   ‘BI KUŞTINÊ NIKARIN XILAS BIKIN’    Bagdû destnîşan kir ku ev 8 sal in tu kujer li holê tune ne û ew ê tu carî tişta ku li wan hatiye kirin ji bîr nekin û gotinên xwe bi dawî kir: "Wan bi hezaran kurdên mîna Kadrî qetil kirin û kaş kirin li pişt panzêran. Lê yek ji wan ne sûcdar bû, bi salan kujeran parastin. Parastina wan berdewam dike. Li ku derê cîhanê rojnameger hatin kuştin? Qetil kirin. tenê ji ber ku kurd bûn û rastiyê eşkere kirin, em ê bikevin pey wî, îro hevalên Kadrî ji ber ku rastiyê nivîsandine, bêsûc girtin û şandin girtîgehê, tenê sûcê wan eşkerekirina rastiyê ye. Tiştê ku em dixwazin sûcdarên Kadrî bila bên darizandin û hevalên wî yên girtî bên berdan. Bes e ji vê dijminatiya li rojnamegerên kurd re, bila dev ji parastina qatilan berdin, bi kuştina lehengên Musa Anter nikarin rojnamegeriya kurdî bi dawî bikin."    MA / Mukadder Akyol - Hamdullah Yagiz Kesen