Newroz Ehmed: Tirkiye naxwaze DAIŞ tune bibe 2022-10-13 10:17:04   RIHA - Endama Fermandariya Giştî ya HSD’ê Newroz Ehmed diyar kir ku Tirkiye berxwedana Kobanê ranagire û wiha got: “Her ku DAIŞ qels dibe, Tirkiye dikeve navberê û naxwaze tune bibe.”    Êrişên Tirkiyeyê yên li dijî herêmên Zap, Metîna û Avaşîn ên Herêma Federal a Kurdistanê û yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Şengal û Mexmûrê didomin. Di encama êrişa Tirkiyeyê ya di 6’ê cotmehê li dijî Kobanê de ji fermandarên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) Hasan Demîrtaş (Koçero Batman) jiyana xwe ji dest da. Êriş, di salvegera berxwedana gelê bakurê Kurdistanê ya li dijî êrişa 15’ê îlona 2014’an a DAIŞ’ê ya li dijî Kobanê de hat kirin. Di êrişên Tirkiyeyê yên li dijî herêmê de herî zêde kesayetên fermandar hedef tên girtin.   Di encama êrişên Tirkiyeyê yên bi SÎHA’yan de heta niha li herêmê di nav de zarok jî gelek sivîl û endamên leşkerî hatin qetilkirin.    Endama Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Newroz Ehmed têkildarî êrişên Tirkiyeyê bi ajansa me re axivî.    ‘GEL VAN ÊRIŞAN QEBÛL NAKE’    Newroz Ehmed diyar kir ku gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê van êrişan qebûl nake û wiha got: “Li herêmê hinek nirx û roj hene ku gel girîngiyê pê dide. Gelê me yê ku heta niha gelek bi komkujiyên mîna van re rû bi rû mayî, êdî dizane bê ka dê van êrişan çawa vala derxîne û ji bo azadiyê çawa têbikoşe. Lewma jî di rojên girîng de li dijî gel û şoreşê êriş tên kirin. Sedema van êrişan ew e ku xwe li têkoşîna azadiyê ya gelê me û şoreşê ranagirin. Tirkiye di rojên wiha girîng de hewl dide komkujiyên di demên berê de nîvcomayîn dîsa temam bike û polîtîkaya xwe ya dagirkerî, tunekirin û tesfiyeyê birêve bibe.”    ‘BERXWEDANA KOBANÊ BÛ MÎNAK’   Bi domdarî Ehmed anî ziman ku berxwedana di şexsê Kobanê de pêş ketî, ji bo gelê kurd, gelên Rojhilata Navîn û hemû gelên cîhanê yên bindest û têkoşîna hebûnê didin bûye mînak û wiha domand: “Berxwedana Kobanê ya sala 2014’an, li bakurê Kurdistanê bi pêşengtiya ciwanên kurd çêbû û têkoşîna kesên azadîxwaz û demokrasîxwaz bû. Tirkiye di rojeke ji bo Kobanê pir girîng de êriş dike û ev jî nîşan dide ku vê berxwedanê ranagire. Wê rojê jî qebûl nekirin û niha jî qebûl nake. Berxwedana Kobanê ya li Bakur hêj jî didome. Dozên Kobanê yên li bakurê Kurdistanê, nîşaneya vê ye. Yên ku di vê berxwedanê de cih girtin û vê berxwedanê esas digirin, dikarin van gefan veguherînin serkeftinê.”   KOÇERO DEMEKÎ DIRÊJ LI DIJÎ DAIŞ’Ê ŞER KIR   Di berdewamê de Ehmed da zanîn ku gelek hevalên wê yên di dema berxwedanê de birîndar bûyîn niha li herêmên Rêveberiya Xweser xebatên xwe didomînin û wiha pê de çû: “Kesên ku li dijî êriş û komkujiyên DAIŞ’ê berê xwe dabûn Kobanê û hewl didan ev gef dîsa dernekevin, îro tên şehîdkirin. Hem li dijî êrişên DAIŞ’ê û hem jî yên Tirkiyeyê bi ruhekê canbexşane têkoşiyan. Koçero jî yek jê ji wan bû. Li gelek qadên cuda bi peywirên cuda cih girt. Tecrûbeyên xwe di Şoreşa Rojava de bi kar anîn. Hevalê me Rojhat ê hatiye qetilkirin jî wisa bû. Wan di rojên herî dijwar ên berxwedana Kobanê de cih girtin û heta rizgarkirina Kobanê jî li wir têkoşiyan. Li Kobanê şerê herî girîng, di dema şikandina DAIŞ’ê de hat kirin û piştre jî bajarên weke Req, Minbic û Dêra Zorê hatin rizgarkirin. Lê belê dagirkeriyên li Serêkaniye û Girê Spî re Tirkiyeyê jî xwe xist vê çiravê.”    ‘HÊZÊN XWEPARASTINÊ HEDEF TÊN GIRTIN’   Ehmed, anî ziman ku gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hêj niha jî ji bo maf, jiyan û nirxên xwe têkoşîneke mezin didin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Divê êrişên li dijî fermandaran, êrişên ji rêzê neyên dîtin. Tirkiye her tim van êrişan dike. Hewl dide bi van êrişan, çirava ku li vir ketiyê veşêre û encamekî bi dest bixe. Di van êrişan de kesên di rêveberiya xweser de siyasetê dikin jî hedef hatin girtin. Bi taybet jî milê leşkerî hedef tê girtin ku gel diparêzin û li ser pêyan digirin. Hêzên xweparastinê di heman demê de ji gel re rêbertiyê jî dike. Erdogan di demên berê de ji xwe gotibû ku dê bi rê û rêbazên cuda şerê xwe bidomînin.”    XWESTIN MILÊ TÊKOŞÎNÊ BIŞIKÎNIN   Endama Fermandariya Giştî ya HSD’ê Newroz Ehmed, got ku Tirkiye bi hedefgirtina fermandaran re gelek tiştan hedef dike û wiha derbirî: “A yekemîn, xwestin derbekî li milê leşkerî bixin. Xwestin milê leşkerî bê fermandar bihêlin û milê têkoşer bişikînin. Lê bi van êrişan re gelek fermandarên me yên ciwan gotin ku divê têkoşîn hêj bêhtir bê mezinkirin û dê ji bo vê bixebitin. Bi hezaran fermandarên me hene ku şûna wan bigirin. Gelek fermandarên me yên xwedî tecrube hene ku pêşî li ber fermandarên me yên ciwan vekin û di têkoşînê de rol bigirin. Ya duyemîn, bi hedefgirtina fermandarên ku xwedî li jiyan û nirxên civakê derdikevin re xwestin hêviya gel tune bikin. Lê belê xwe xapandin. Gel, ji kujerên fermandarên xwe re got; ‘ew zarokên vî gelî ne û ji bo azadiyê xwîna xwe rijandin.’ Bi vê peyamê jî xwedî li fermandarên xwe derketin. Gelê me ji me re got, divê hûn ji bo hevalên me bêhtir bixebitin û şoreşê mezintir bikin. Plana me ya ji bo demên pêş ew e ku xwe biparêzin û di çarçoveya azadî û serkeftinê de gavên nû biavêjin.”    ‘HER KU DAIŞ QELS DIBE TIRKIYE DIKEVE DEWRÊ’   Newroz Ehme, bi lêv kir ku dê di pêvajoya pêş de gavên qewîntir biavêjin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Armanca me ew e ku milê leşkerî xurtir bikin. Berxwedan û têkoşîna gel, ji bo Tirkiyeyê jî peyamek e. Gel, dibêje ku ; ‘hûn nikarin bi êrişên xwe me bitirsînin. Li dijî êrişên we yên ser zarokên me yên pêşengtiyê ji şoreşê re dikin, em ê bêhtir xwedî li şoreşa xwe derkevin.’  Kengî DAIŞ qels bibe, demildest êrişên Tirkiyeyê dest pê dikin. Me gelek caran belgeyên ku têkiliya Tirkiye û DAIŞ’ê piştrast dikin parve kirin. Tirkiye raste rast piştgiriyê dide DAIŞ’ê. Tirkiye nahêle DAIŞ qels bibe û tune bibe. A rast hewcehî bi îspatkirina vê nîne. Hemwextiya êrişên DAIŞ û Tirkiyeyê vê yekê jixwe îspat dike. Piştî her êrişeke DAIŞ’ê, peyama ‘em li gel we ne’ tê dayîn. Tirkiye dê nekare bi van êrişên xwe DAIŞ’ê li ser pêyan bigire. Em ê têkoşîna xwe dîsa bidomînin. Gel û fermandarên me bi zanebûn tevdigerin. Li vir ne tenê gelê kurd û hêzên wan hedef tên girtin. Hemû gel di hedefa wan de ne. Banga me ya ji bo wan jî ew e ku parastina xwe xurt bikin. Heta ku em cihên dagirkirî rizgar nekin, dê nekarin azad bijîn. Em dibînin ku tevî êrişên berfireh ên demên dawî jî encamek bi dest nexistine.”    MA / Ceylan Şahînlî