Ji bo nûçeya me ya ‘Fermandarê leşkergehê ji ber îstîsmarkirina zayendî ya 15 leşkeran hat girtin’ biryara astengkirinê 2022-10-13 10:34:00   NAVENDA NÛÇEYAN - Ji bo nûçeya me ya bi ser navê “Fermandarê Leşkergeha Sakaryayê ji îstîsmarkirina zayendî ya 15 leşkeran hat girtin” biryara astengkirinê hat dayîn.    Ji bo nûçeya Ajansa Mezopotamyayê (MA) ya bi ser navê “Fermandarê Leşkergeha Sakaryayê ji îstîsmarkirina zayendî ya 15 leşkeran hat girtin” ku di 10’ê cotmehê de hatibû weşandin, biryara astengkirinê hat dayîn. Biryara astengkirinê ji hêla 1’emîn Dadgeriya Cezayên Silhê ya Sakaryayê ve hat dayîn. Di nûçeya behsa xeberê de dihat gotin ku Fermandarê Leşkergeha Sakaryayê Mîralayê Serkan Fahrî Can Çaglar ji ber îstîsmarkirina zayendî ya 15 leşkeran hatiye girtin û ji bo ku leşkerên hatine îstîsmarkirin ji giliyê xwe lêve bibin jî zext lê tê kirin.