Li Girtîgeha Bolûyê pirtûk, lênûsk û cilên girtiyan hatine desteserkirin 2022-10-13 10:40:47   MÊRSÎN - Raziye Eksîk a ku çû hevdîtina lawê xwe girtî Bayram Eksîk diyar kir ku lawê wê bi îşkenceya giran re rûbirû maye û di serdegirtinên qawîşn de gardiyanan pirtûk, lênûsk û cilên wan desteser kiriye.    Bayram Eksîk li Mêrsînê di sala 2012’an de bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” tê girtin û 36 sal cezayê girtîgehê lê tê birîn. Hat zanîn ku Bayram Eksîk 9 sal in li Girtîgeha Bolûyê ya Tîpa F’yê bi zextên sîstematîk re rûbirû ye. Dayika wî Raziye Eksîk di 4’ê cotmehê de hevdîtina vekirî bi lawê xwe kir behsa binpêkirinên mafan ku lawê pê re rûbirû maye kir.    ‘PIRTÛK- LÊNÛSK Û CILÊN WAN DESTESER KIRINE’    Eksîk diyar kir ku berê kurê wê li Girtîgeha Kurkçulerê ya Edeneyê û li Girtîgeha Kirikkaleyê maye û di dema li Girtîgeha Kirikkaleyê de îşkenceyên giran lê hatiye kirin û emeliyata apandîstê bûye û mehekê li nexweşxaneya Enqereyê hatiye ragirtin. Eksîk diyar kir ku ew di 4’ê cotmehê de çûye dîtina kurê xwe û wiha got: “Piraniya girtiyan bêhal bûn, destên wan dihejiyan û rengên wan zer bûbûn. Dema min ji kurê xwe pirsî got ku wan xwarinên ku divê rojê 3 dan ji bo wan bê dayîn lê nadin û rojê du dan tenê xwarin didin wan. Taştê û şîvê didin. Destûr nayê dayîn ku derkevin sporê û cihê bêhnvedanê. Îşkenceyên giran li wan tên kirin. Gardiyan û leşkeran bi şev biser qawîşan de girtin e û pirtûk, lênûsk û hemû cilên wan desteser kirine. Tenê cilên li wan mane. Divê gelê me ji bo girtiyan bi hestiyar be û xwedî li girtiyan derkeve. Divê em dengê zarokên xwe ji dinyayê re ragihînin.”    BO JÎNA EMÎNÎ PORÊN XWE QÛSANDIN E    Eksîk anî ziman ku lawê wê û girtiyên hevalên wî ji bo Jîna Emînî ya li Îranê hat qetilkirin, porên xwe qûsandine û berxwedana gelê rojhilatê Kurdistanê silav kirine.