Parêzer Ataş: Di doza Denîz Poyraz de dadgeh miameleya bersûcan li aliyê beşdar dike 2022-10-13 11:09:59   ÎZMÎR - Ji parêzerên malbata Denîz Poyraz, Îmdat Ataş da zanîn ku şandeya dadgehê miameleya bersûcan li aliyê malbatê dike û wiha got: “Kêmek ma ye ku Denîz Poyraz bê darizandin. Rêbaza darizandina bêalî û adilane nayê bikaranîn.”    Kujer Onur Gencer, di 17’ê hezîrana sala 2021’an de êrişî avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Îzmîrê kir û ji xebatkarên partiyê Denîz Poyraz qetil kir. 5’emîn danişîna doza kujer Gencer duh li 6’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Îzmîrê hat dîtin. Di danişînên berê de parêzeran xwestibûn ku hêzên piştgiriyê didin kujer Gencer bên aşkerakirin û lêpirsîn bê berfirehkiri. Lê belê ev daxwaz ji hêla şandeya dadgehê ve hatibûn redkirin. Heman şandeyê di danişîna dawî de jî mafê axaftinê yê parêzeran bisînor kir.    ASTENGKIRINA PARÊZERAN   Şandeya dadgehê ku di destpêka danişînê de biryara xwe ya navberê ragihand, diyar kir ku parêzerên bi belgeya rayeyê nehatine peywirdarkirin dê nekarin bibin aliyên dosyayê, dê mafê axaftinê nede wan û bi vê sedemê jî xwest ku ji qada bo parêzeran hatiye veqetandin derkevin. Serokê Baroya Îzmîrê Ozkan Yucel bertek nîşanî vê biryara şandeyê da û şandeyê jî wiha bersiv da Yucel: “Li cihekî ku parêzerên eslî heyîn, ez hewcehî bi axaftina we nabînim. Ez ê nehêlim hûn biaxivin. Ji qada bo parêzeran hatiye veqetandin derkevin.”Yucel jî destnîşan kiribû ku dê ji qada parêzeran dernekeve. Parlamenterê CHP’ê yê Stenbolê Sezgîn Tanrikulu jî diyar kiribû ku weke endamê Komîsyona Mafên Mirovan a Meclisê dixwaze ku axaftin bên qeydkirin. Lê belê serokê şandeyê bi heman helwestê diyar kir ku dê ev axaftin neyên qeydkirin.   XAZA ÎSOTÊ AVÊTIN    Bi astengkirina parêzeran re li eywana danişînê rageşî dest pê kir. Leşkerekî şimaqek li birayê Denîz Poyraz, Kamûran Poyraz da. Kamûran Poyraz ku kujer Onur Gencer gotin jê re kirin, bi darê zorê ji eywanê hat derxistin. Di vê kêliyê de di navbera kesên bertek nîşan dayîn û leşker û polîsan de nîqaş derket. Şandeya dadgehê eywana danişînê terikand û polîsan xaza îsotê avêt beşdaran. Şandeya dadgehê ku demek piştre dîsa hat eywanê, bûyera heyî li zaptan qeyd kir lê şimaqa li Kamûran Poyraz hatiye xistin qeyd nekir.    Şandeya dadgehê bi hinceta “ewlekariyê” danişîn taloq kir û biryar da ku êdî doz li Eywana Girtîgeha Şakran a Alîagayê bê dîtin. Danişîna dozê taloqî 14’ê cotmehê hat kirin.    ‘DANIŞÎN NEHAT DÎTIN’   Ji parêzerên malbata Denîz Poyraz, Îmdat Ataş têkildarî tiştên duh di danişînê de qewimîn axivî û got ku di esasê xwe de danişîn nehatiye dîtin. Ataş, bal kişand ser guherandina cihê darizandinê û wiha got: “Me li dijî vê îtîraz kir. Lê belê ji destpêkê heta niha dixwazin vê dozê ji raya giştî veşêrin, bikin ku xwedîderketin kêm be û di demekî kin de bi ser bigirin. Di halê hazir de ji vir û şûnde darizandin dê li Şakranê bidome. Helwesta serokê dadgehê û dadgerê endam ê serokatiya demkî dike ji destpêka dozê heta niha neguheriye. Tişta ku em jê re dibêjin belgeya rayeyê, di Qanûna Parêzeran de hatiye sererastkirin û hemû rayeyên di vekaletnameya parêzer de digire nava xwe. Şandeya dadgehê biryareke derqanûnî da. Ev biryar ji xwe di rûniştina din de dabûn. Hema nelirêtî didome. Em aliyê gilîker in lê dadgeh miameleya bersûc li me dike. Ya ku me heta niha dîtî ew e ku bersûc û beşdar cih guherandiye. Kêmek ma ye ku dixwazin Denîz Poyraz bidarizînin.”    'DARIZANDINEKE ADILANE TUNE YE’   Parêzer Ataş axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Dadgeh dixwaze ku vê dosyayê tenê bi bersûcekî biqedîne û kesên li piştperdeyê lêkolîn neke. Di hêla bêalîtiyê de gumanên me ji şandeyê hene. Hêjta biryarek nehatiye dayîn lê pêvajoya heta niha nîşan dide ku darizandineke bêalî û adilane nayê kirin. Lewma darizandineke adilane nîne. Di vê mijarê de fikarên me yên mezin hene. Me ev yek gelek caran ji wan re ragihand û dê hêj ragihînin jî. Denîz Poyraz û HDP bi tenê nînin. Ji bo ku hêzên pişt tettîkêş Onur Gencer bên aşkerakirin, ya ku ji destê me tê em ê bikin.”    MA / Tolga Guney - Delal Akyuz