Ji bo Rojnameger Canozer 7 sal û 6 meh cezayê hefsê hat xwestin 2022-10-13 11:22:03 AMED - Bi hinceta parvekirinên li ser medyaya civakî, ji bo Rojnameger Bêrîtan Canozer 7 sal û 6 meh cezayê hefsê hat xwestin.    Derheqê Rojnameger Bêrîtan Canozer de bi îdiaya “Bi rêya çapemenî û weşanê propagandaya rêxistinê kiriye” doz hatibû vekirin. 3’yemîn danişîna dozê li 4’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hat dîtin. Canozer tev li danişînê nebû lê parêzerê wê Resûl Temûr amade bû. Dadgehê, bi piraniya dengan biryar da ku xwe li benda encama doza Canozer a li Dadgeha Bilind didome, negirin.    Piştre jî dozger mafê axaftinê girt û îdia kir ku Canozer di dîrokên cuda de li ser hesabên xwe yên medyaya civakî gelek caran dîmenên ku tundiyê teşwîq dike parve kirine û bi vê yekê re jî “propagandaya rêxistinê” kiriye. Di muatalaaya xwe de jî dozger ji bo Canozer ji salek û 6 mehan heta 7 sal û 6 mehan cezayê hefsê xwest.    Parêzer Resûl Temûr jî ji bo amadekirina parastina xwe ya li dijî mutalaayê, dem ji şandeya dadgehê xwest.    Şandeya dadgehê daxwaza demê ya Temûr qebûl kir û danişîn taloqî 17’ê mijdarê kir.