Maça Amedspor-Belediyespora Sêwazê ji ber Erdogan hat taloqkirin 2022-10-13 11:29:38 AMED - Dihat payîn Amedspor û Belediyespora Sêwazê roja şemiyê li Amedê bilîstina. Ji ber ku Serokkomarê AKP’yî Erdogan roja şemiyê tê Amedê maçê taloqî roja yekşemê kirin.    Amedspor û Belediyespora Sêwazê ku di Koma Spî ya Lîga 2’yemîn a Federasyona Futbolê ya Tirkiyeyê (TFF) de têdikoşin, dê roja şemiyê 15’ê cotmehê li stada Amedê bilîstina. Lê ji ber ku Serokkomarê AKP’yî Tayyîp Erdogan heman rojê tê Amedê, maça Amedspor û Sêwazê taloqî roja yekşemê hat kirin. Hat zanîn ku biryara taloqdayînê li ser fermana Midûriyeta Polîsan a Amedê hatiye dayîn û TFF’ê jî têkildarî vê biryara taloqkirina maçê tu daxuyaniyek neda.    WÊ MAÇ LI SEYRANTEPE BÊ LÎSTIN    Li Stada Amedê ji ber ku zemîna wê tê çêkirin, dê Amedspor û Belediyespora Sêwazê roja yekşemê saet di 14.00’an de li seha Şilbê Seyrantepe maça xwe pêk bînin.    CEZAYÊ TEMAŞEYÊ LI ALÎGIRAN HATIYE BIRÎN    Ji ber ku cezayê du maç bêtemaşevan li Amedsporê hat birîn, dê maça li Seyrantepeyê bêtemaşevan ango alîgirên Amedsporê were lidarxistin. Wê div ê maçê de cezayê bêalîgir bi dawî bibe.