Akarsel dê li gundê xwe bi girseyî bê oxirkirin 2022-10-13 11:38:59 KONYA - Ji bo oxirkirina cenazeyê Endama Navenda Lêkolînên Jineolojiyê Nagihan Akarsel gelek kes li gundê jê dayik bûyî Golyaziyê kom bûn.         Endama Navenda Lêkolînên Jineolojiyê, akademîsyen û rojnameger Nagihan Akarsel, di 4’ê cotmehê di encama êrişeke sûîqestê de li Silêmaniye ya Herêma Federal a Kurdistanê hat qetilkirin. Cenazeyê Akarsel îro di danê sibehê de anîn Naxweşxaneya Bajêr a konyayê. Piştî kar û barên otopsiyê jî dê cenazeyê Akarsel li gundê Golyazi (Xelîkan) ê navçeya Cîhanbeyliyê bê definkirin.    JI BO AKARSEL ZÊMAR   Ji bo oxirkirina cenazeyê Akarsel gelek kes hatine gundê lê ji dayik bûy. Berdevka Meclisa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ayşe Acar Başaran û parlamenterên HDP’ê Fatma Kurtulan, Dilşat Canbaz, Abdullah Koç û Mehmet Ruştu Tiryakî jî di saetên zû yên serê sibehê de gihiştin gund. Her wiha ji gundên derdorê jî gelek kes hatin mala Akarsel. Jinên ku wêneyên Akarsel xistin berstûhkên xwe, demekî dirêj ji bo Akarsel zêmar striyan. Jinan, da zanîn ku Akarsel li pey xwe mîras û têkoşîneke mezin hiştiye.    Di heman demê de derdora gund, ji hêla leşkeran ve hat dorpêçkirin. Leşkeran, ketin û derketina navçeyên Kulu û Cîhanbeylî girtine û kontrola nasnameyên kesên tên gund dikin.