Cezayê disiplînê li 4 jê rojnameger 36 jinên ketin greva birçîbûnê hat birîn 2022-10-13 12:01:03   AMED - Bi hinceta ku li dijî binpêkirinên li girtîgehê ketine greva birçîbûnê, rojnameger Safiye Alagaş, Neşe Toprak, Remziye Temel û Elîf Ungur jî di nav de li 36 jinan bi îdiaya “bûne mînakên nebaş” cezayê disiplînê hat birîn.    Rojnameger Safiye Alagaş, Neşe Toprak, Remziye Temel û Elîf Ungur jî di nav de, jinên li Girtîgeha Jinan a Amedê li dijî binpêkirinan di 12’ê îlonê de dest bi greva birçîbûnê kiribûn. Derheqê her 4 rojnameger jî di nav de bi giştî 36 girtiyên jin de bi îdiaya “ji bo girtiyên din bûne mînakên xerab” cezayê disiplînê hat birîn. Jinên ku 5 rojan ketibûn greva birçîbûnê, piştre jî sedemên çalakiyê bi daxwaznameyekê ji rêveberiya girtîgehê re şandibûn. Rêveberiya girtîgehê jî derheqê çalakvanan de lêpirsîna disiplînê da dest pêkirin û îdia kir ku “li girtîgehê rewşeke ku rê li ber greva birçîbûnê veke tune ye.”    RÊVEBERİYA GİRTÎGEHÊ SEDEMA GREVÊ GUNCAV NEDÎT    Rêveberiya Girtîgeha Jinan a Amedê binpêkirinên ku girtî ber bi greva birçîbûnê ve birin red kir û bi hinceta ku bo girtiyên din dibin mînakên xerab û ketine greva birçîbûnê ceza da Fatma Gul, Kader Baysal, Hanim Îş, Zeray Yuksekbag, Perîhan Karaman, Hîlal Olmez, Gulan Elma, Şîlan Yilmaz, Fethiye Okçîçek, Emîne Kaya, Safiye Alagaş, Remziye Temel, Hanim Rençber, Elîf Ungur, Neşe Toprak, Zelîha Kocaman, Evîndar Ozcan, Dîlan Dag, Rozerîn Soyler, Emîne Abîş, Esengul Kiliç, Betûl Unsal, Bêrîvan Ozdemîr, Sevîm Akdag û Fîlîz Işik ku heta mehekê nekarin tev li hinek çalakiyan bibin.    Rêveberiya girtîgehê ceza da Zelal Bîlgîn, Sevîl Agkaya, Nûray Çelîk, Elîf Denîz, Yuksel Almas, Zerîfe Can, Bêrîtan Yaşar, Melek Evren, Evrîm Tokmak, Selma Yilmaz û Mukadder Yildiz Okalin ku nekarin heta mehekê di karên biheq de bixebitin.