Rojnameger Bariştiran cara duyemîn beraet kir 2022-10-13 12:12:44 AMED  - Rojnameger Bariş Bariştiran ku ji ber weşana zindî ya çalakiya KCD’ê bi îdiaya “propagandaya rêxistinê” dihat darizandin, cara duyemîn beraet kir.  Midûrê Berpirsyar ê Karên Nivîsan ê Ozgur Gun TV’yê ku bi KHK’ê hatibû girtin û Endamê Lijneya Rêveber rojnameger Bariş Bariştiran, bi hinceta ku di adara sala 2016’an de Kongreya Awarte ya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) a li Amedê de weşana zindî kiriye, bi îdiaya “propagandaya rêxistinê” dihat darizandin. 4’emîn danişîna dozê îro li 8’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hat dîtin. Bariştiran beşdarî dozê nebû lê parêzerê wî Resûl Temûr amade bû.    ‘PARVEKIRIN SÛC NÎNE’    Parêzer Resûl Temûr di danişînê de diyar kir ku parvekirina mijarên ku seranserî civakê yan jî beşekê wê eleqeder dike, peywireke rojnamegeriyê ye û weşana zindî ya li ser televîzyonê jî mafê agahî girtinê ye. Temûr, da zanîn ku di xala 7’emîn a TMK’ê de tê gotin ku parvekirinên bi mebesta nûçeyê tên kirin sûc nînin û beraeta miwekîlê xwe xwest.    Dadgehê jî bi sedema ku delîlên pêwîst nînin, biryara beraetê da.