Malbatên girtiyan bertek nîşan dan: Gelo ma li vî welatî mirovatî nema ye? 2022-10-13 12:37:58 AMED-  Malbatên girtiyan ên Amedê di Nobeta Edaletê diyar kirin ku wan xwestiye li Enqereyê bi CHP’ê re hevdîtinê bikin lê CHP’ê ev daxwaza wan red kiriye û wiha bertek nîşan dan: “Em CHP’ê şermezar dikin. Gelo ma li vî welatî mirovatî nema ye?”    Nobeta Edaletê ya ku malbatên girtiyan ên Amedê bi mebesta berdana girtiyên nexweş û yên înfaza wan hatiye şewitandin dabûn destpêkirin, di roja 331’an de didome. Malbat, îro li ber Edliyeya Amedê hatin gel hev.  Endamên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP),  Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Komeleya Yekitî Çand Piştevanî û Alîkariya bi Kesên Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyê Winda Kirine re (MEBYA-DER), Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (TUAY DER) ya Amedê, Federasyona Komeleyên Piştevaniya Hiqûqî ya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Medê (MED TUHAD FED), Komeleya Lêkolînên Çand û Zimanên Mezopotamyayê (MED-DER), Serokê Baroya Amedê Nahît Eren, Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) û Komaleya 78’an a Amedê jî ji bo piştgiriya bi malbatan re tev li çalakiyê bûn.   Di çalakiyê de yek ji xizmên girtiyan Reşahat Ada ku li Enqereyê tev li hevdîtinên bi partiyên siyasî û saziyên sivîl re bûbû axivî. Ada, bi bîr xist ku ev nêzî saleke ji bo girtiyên nexweş û yên înfaza wan hatiye şewitandin nobeta edaletê digirin û wiha got: “Çima cezayê hucreyê didin zarokên me? Çima înfazên wan tên şewitandin? Em vê qebûl nakin. Ma guneh nîne ku dema dibin girtîgehê destên wan kelemçe dikin? Girtî jî vê qebûl nakin û nayên tedawîkirin. Ev zilm nayê qebûlkirin. Me ji bo girtiyên nexweş li Enqereyê bi partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl re hevdîtin kirin. Di hevdîtinan de me lîsteya girtiyên nexweş radestî wan kirin. Me jê xwest ku vê mijarê têxin rojeva meclisê.”   ‘EM DEYNDARÊN GIRTIYÊN XWE NE’   Bi domdarî Ada bang li wezîrê dadê û serokkomar kir û wiha domand: “Bila çavên xwe vekin. Êdî bes e ji vê zilmê re. Bile her kes bizane ku CHP’ê deriyên xwe li me venekirin. CHP girtiyên me qebûl nekirin.  Em CHP’ê şermezar dikin. Heta ku em sax bin dê piştgiriyê bidin girtiyên xwe. Heta hemû tên berdan jî em ê têkoşîna xwe bidomînin. Dizîker û tiryakfiroş tên berdan lê girtiyên me nayên berdan. Ev nayê qebûlkirin. Em deyndarên girtiyên xwe ne.”    ‘GELO MA LI TIRKIYEYÊ MIROVATÎ NEMA YE?’   Her wiha yek ji xizmên girtiyên nexweş Încî Guler jî di çalakiyê de axivî û bal kişand ser hevdîtinên bi partiyên siyasî re. Guler, destnîşan kir ku ev saleke ji bo girtiyan li edaletê digerin û axaftina xwe wiha qedand: “Heke îro hêjta rewşa girtiyên me girantir bibe û hêj ji girtîgehan cenaze derkevin, ev yek şerma partiyên siyasî ye. Divê hemû partiyên siyasî xwedî li girtiyan derkevin. Em dibêjin zarok û birayên me tên kuştin. Gelo ma li Tirkiyeyê mirovatî nema ye? Ma tu saziyeke ji xwe re dibêje ez mirovim tune ye? Girtiyên me çima nayên tedawîkirin? Em ê ji bo zarokên xwe li her derê bin. Bila mirin çênebin.”    Çalakî, bi dirûşmên “Bijî berxwedana zindanan” û “Heq, hiqûq, edalet” bi dawî bû.