Yildirim a Dadgeha Bilind cezayê wê erê kirî nehat berdan 2022-10-13 12:40:17 MÊRDÎN - Dadgeha Bilind cezayê Parlamentera HDP’ê ya Berê Gulser Yildirim ku înfaza wê temam kiribû, erê kir û ji bo berdanê tu biryar nedan.    Di 4’ê mijdara sala 2016’an de tevî parlamenterên din, parêzbendiya Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Mêrdînê ya Berê Gulser Yildirim jî hat rakirin û piştre hat girtin. 3’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Mêrdînê bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” 7 sal û 6 meh cezayê hefsê dabû Yildirim. Yildirim ku ji tu dosyayeke din derheqê wê de biryara girtinê nîne, di 13’ê cotmehê de cezayê xwe yê 7 sal û 6 mehan temam kir. Tevî vê yekê jî ji Girtîgeha Jinan a Kandirayê ku lê tê ragirtin nayê berdan.     DADGEHA BILIND ERÊ KIR    Her wiha, 3’yemîn Daîreya Cezayan a Dadgeha Bilind cezayê 7 sal û 6 mehan ê Yildirim erê kir. Daîreyê, îtîraza parêzerên Yildirim a li dijî ceza jî red kir. Daîreyê her wiha daxwaza lêkolînên danişînî jî red kir. Daîreyê diyar kir ku kar û barên di dema darizandinê de hatine kirin “li gorî qanûnê ne” û cezayê hatiye dayîn jî qanûnî dît. Tevî gelek serlêdanên parêzeran jî daîreyê têkildarî tehliyeya Yildirim ku cezayê xwe temam kiriye tu biryar neda.    Parêzerên Yildirim, piştî biryara Dadgeha Bilind dê bi daxwaza tehliyeyê serî li Dadgeriya Înfazê bidin.