ÎHD’ê xwest têkildarî qetilkirina Çabûk lêpirsînek bi bandor bê destpêkirin 2022-10-13 13:17:35   AMED - ÎHD’a Amedê bal kişand ser Suphan Çabûk ê li Girtîgeha Kalkandereyê hat qetilkirin û xwest derbarê berpirsiyaran de lêpirsînek bi bandor bê birêvebirin.    Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Şaxa Amedê têkildarî Suphan Çabûk ê li Girtîgeha Kalkandereya Rîzeyê ya Tîpa L’yê hat qetilkirin daxuyaniyek nivîskî belav kir. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ji roja ÎHD hatiye damezrandin heta îro li dijî binpêkirinên mafan ên li girtîgehan derketiye û hemû mafê girtiyan parastiye û bo vê yekê têkoşiyaye. Di daxuyaniyê de hat gotin heta îro derbarê berpirsiyarên bûyerên bi vî rengî de lêpirsînek bi bandor a îdarî û cezaî nehatiye birêvebirin. Di daxuyaniyê de hat gotin ev rewş her roj ku diçe zêdetir dibe û rê li ber binpêkirinên mafan vedike.    Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku li gorî daneyên komeleya wan di sala 2022’yan de heta niha herî kêm 63 girtiyan jiyana xwe ji dest daye û herî dawî jî ev binpêkirina mafê jiyanê li Girtîgeha Kalkandereyê qewimî. ÎHD’ê bang li îktidar û Wezareta Dadê kir ku derbarê qetilkirina Çabûk de lêpirsînek bi bandor bê destpêkirin û berpirsiyar derkevin holê.