Serokê AKP’î û birayê xwe ji ber rantê şer ketin! 2022-10-13 13:31:35 AMED - Serokê AKP’î yê Şaredariya Rezanê Huseyîn Beyoglû û birayê xwe Haşîm Merdoglû ji ber ranta îhaleyan şer ketin.    Di navbera Huseyîn Beyoglû ku ji hêla Lijneya Hilbijartinê ya Bilind (YSK) ve weke Serokê Şaredariya Rezan a Amedê hatibû diyarkirin û birayê wî Haşîm Merdoglû ku ji ewil weke Cîgirê Serokê Şaredariyê hatibû tayînkirin û li ser bertekan îstîfa kiribû de ji ber ranta di îhaleyan de ev demeke şer heye. Li gorî îdiayan; Merdoglû di 9’ê cotmehê de hat avahiya şaredariyê û xwest bi Beyoglû re hevdîtinê bike. Lê belê ev daxwaza wî ji hêla Beyoglû ve hat redkirin. Hat îdiakirin ku Merdoglû 2 roj piştî bûyera behsa xeberê 2 kes şandin avahiya şaredariyê.    Her du kesan hewl dan Cîgirê Serokê Şaredariya Rezanê Recep Ergun derb bikin û wiha lê qîriyan: “Hûn para xwe ji hemû îhaleyan digirin.” Kesên behsa xeberê hatin binçavkirin û piştî kar û barên li midûriyeta emniyetê jî hatin berdan. Her wiha hat zanîn ku polîs hatine avahiya şaredariyê û qeydên kamerayan hilgirtin.    HAŞÎM MERDOGLÛ KÎ YE?   Huseyîn Beyoglû û Haşîm Merdoglû ku paşnavê wan ê ewil “Yalar” bû, bi biryara dadgehê paşnavên xwe guherandin. Birayên wan ên din hêjta paşnavê berê bi kar tînin. Piştî ku Beyoglû yê AKP’î ji hêla YSK’ê ve weke Serokê Şaredariya Rezanê hat hilbijartin, birayê xwe Haşîm Merdoglû ji bo Cîgirê Serokê Şaredariya Rezanê peywirdar kir. Li ser bertekan jî Merdoglû neçar ma ku îstîfa bike.    Merdoglû, bi navê Dibistanên Maarîf Mozaîk ên Taybet dibistan vekiribû û piştre jî navê wê weke Koleja Mektebîm guherandibû. Merdoglû, bi sedema ku li ser pereyên qeydên xwendekaran malbat xapandiye, heta demekî girtî mabû. Lê belê çendek meh piştre hatibû berdan.