Xebatkarê HDP’ê ku bi êrişê re rûbirû ma hat darizandin 2022-10-13 13:42:28 AMED - Xebatkarê HDP’ê Fevzî Akdemîr ê bi êrişa wan kesên li ber HDP’ê tên sekinandin re rûbirû ma, hat darizandin û danişîna wî taloq bû.   Li ser daxwaza Wezareta Karên Navxweyî li ber avahiya HDP’a Amedê hin kes demek dirêj e tên sekinandin. Ji wan kesan Celil Begdaş, Şadin Elhamam û Hacû Guger di 14’ê çileya 2022’yan de êrişî notirvanê avahiya HDP’ê Fevzî Akdemîr kiribûn. Van her sê kesan pêşiya wî birîne û li Akdemîr dane. Têkildarî bûyerê doz hat vekirin. Akdemîr ê di êrişa van her sê kesan de birîndar bû bi îdiaya “Bi çekê qestî Celîl Begdaş birîndar kiriye” ji 5 salan heta 9 salan ku cezayê hefsê jê re tê xwestin doz hatiye vekirin. Danişîna dozê li 10’emîn Dadgha Cezayê Asliye ya Amedê hat lidarxistin. Akdemîr û parêzerê xwe di danişînê de amade bûn.    Akdemîr parastina xwe kir û destnîşan kir ku Celîl Begdaş gef li wî xwariye û pişt re avêtine pêşiya wî êrişî wî kirine. Akdemîr got ewil î Celîl Begdaş êrişî wî kiriye.    Parêzer Yakup Demîr jî anî ziman ku dîmenên bûyerê vegotinên miwekîlê wî piştrast dikin û îdiayên din ên li ser miwekîlê wî ne rast in.    Dadgehê biryara derbarê şahidên ku bûyer bi darê zorê bînin danişînê dozê taloqî 4’ê çile kir.