Li dijî ‘qanûna sansûrê’ kampanya #SusmakYok hat destpêkirin 2022-10-13 14:07:58 STENBOL - DÎSK Basin-Îşê li dijî “Qanûna Sansûrê” ya li Meclisê hevdîtinên wê tên kirin, kampanya “SusmakYok” da destpêkirin.    Bi şirîkatiya AKP-MHP “Qanûna Sansûrê” pêşkêşî Meclisê hat kirin. Niha li Meclisê li ser vê qanûnê hevdîtin tên kirin. AKP-MHP her çiqas ji vê re bêje “qanûna guhertina çapemeniyê” jî lê muxalefet wek “qanûna sansûrê” pênase dike. Îro jî li Meclisê hevdîtin li ser van qanûnan tên kirin.    HASHTAG BELAV DIBE    Basin-Îş a girêdayî Konferdarasyona Sendîkaya Karkerên Şoreşger (DÎSK) beriya li Meclisê li ser van qanûnan hevdîtin dest pê bike, li ser medya dîjîtal bi etîketa “#SusmakYok #EmêBêdengNebin” da destpêkirin. Gelek rêxistinên rojnamevanan û rojanemvan tev li vê kampanyayê bûn û hashtagê belav dikin. Gelek siyasetmedar, hunermend û akademîsyen û welatî jî tev li kampanyaya vê hashtagê bûn. Etîket di kêliyek kurd de ket rêza ewil a rojeva Tirkiyeyê.