Êrişa polîsan kir ku xelkê Qoserê dakeve kolanan 2022-10-13 14:46:52   MÊRDÎN - Xelkê Qoserê li dijî derxistina saetên ceyranê a ser dîrekan derket. Polîsan êrişî xelkê kir. Xelkê nerazîbûn nîşan da û got, “êdî bes e.”   Li taxa Ersoylû ya navçeya Qosera Mêrdînê ekîbên Şîrketa Belavkirina Ceyranê ya Dîcleyê (DEDAŞ) xwest saetên ceyranê yên malan derxe ser dîrekan. Xelkê taxê li dijî ekîbên DEDAŞ’ê derket. Polîsan jî li gel ekîbên DEDAŞ’ê avêt ser taxê. Xelkê taxê li dijî vê sepana DEDAŞ’ê li ser Cadeya Ersoylû kom bûn û xwestin polîs û DEDAŞ ji taxê derkevin.    CEYRANA TAXÊ HAT BIRÎN    Polîsan bi gaza îsotê, ava şid û guleyên plastîk êrişî xelkê taxê kirin. Lê vê êrişê nerazîbûna xelkê taxê zêdetir kir. Vê carê şêniyên taxê rêyên li taxê girtin. Tevî êrişa polîsan jî welatî ji kuçeyan venqetiyan. Ekîbên DEDAŞ’ê di nava korîdora polîsan de xetên ceyranê yên taxê birîn.    WELATIYÊN TAXÊ BI BERTEK IN    Di êrişa polîsan de çar kes birîndar bûn û wan rakirin nexweşxaneyê. Guleyên plastîk ên polîsan berdan li jinên extiyar jî ketin.    Welatiyek nexwest navê xwe bide diyar kir ku polîsan bi jopan lêdaye û îşkence lê kirine û nerazîbûn nîşanî polîsan da.    Durre Kurga jî bertek nîşanî polîsan û DEDAŞ’ê da û got hem polîs û hem jî DEDAŞ zilmê li wan dike.    Ji şêniyê taxê Saadettîn Kurga jî anî ziman ku ew derxistina saetên ceyranê ya ser dîrekan qebûl nakin.    Abdurrahman Erkan jî da zanîn ku DEDAŞ’ê tevahiya navçeya Qoserê perîşan kiriye û got: “Êdî bes e. Divê her kes rabe ser pêya. Em heta kengê li vê zilmê temaşe bikin.”