Li Mêrsînê ji bo girtiyên nexweş banga azadiyê 2022-10-13 15:01:05 MÊRSÎN – Şaxa OHD’a Mêrsînê û TUHAY-DER’ê xwestin ku girtiyên nexweş di zûtirin demê de werin berdan.    Şaxa Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) ya Mêrsînê û Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Çukurovayê (TUHAY-DER) ji bo balê bikişînin ser binpêkirinên li girtîgehan û rewşa girtiyên nexweş, daxuyanî dan. Daxuyanî li avahiya OHD’ê hat dayîn û di daxuyaniyê de pankartên “Azadî ji bo girtiyên nexweş” û “Aysel Tugluk berdin” hatin vekirin. Endam û rêveberên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Komeleya 78’iyan û gelek kesên din beşdarî daxuyaniyê bûn.    Di daxuyaniyê de Hevseroka Şaxa OHD’a Mêrsînê Serap Angay axivî û mirinên di demên dawî de yên li girtîgehan weke “rûreşî” pênase kir. Angay, diyar kir ku mafê jiyanê yê girtiyan tê binpêkirin û wiha domand: “Îşkence li girtiyan tê kirin û mafê wan ê tenduristiyê tê binpêkirin.”   Angay, axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Girtiya bi navê Emel Haceroglû ku li Girtîgeha Jinan a Amedê dihat ragirtin, ji ber ku ranekirin nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da. Nevzat Çapkin jî piştî tehliyeyê jiyana xwe ji dest da. Diviya şert û mercên girtîgehan bihatina başkirin lê roj bi roj xerabtir dibin û gefeke mezin li girtiyan dixwin. Tevî gelek bangawaziyan jî girtiyên nexweş ên weke Mehmet Emîn Ozkan û Aysel Tugluk nayên berdan. Divê di zûtirin demê de dawî li binpêkirinên li girtîgehan bînin. Hêj pirsgirêkên tenduristiyê û mirin zêdetir nebûyîn, divê desthilatdariya siyasî tevdîrên pêwîst bigire. Banga me ji bo wezareta dadê û saziyên neteweyî û navneteweyî yên mafên mirovan ew e ku di zûtirin demê de bikevin nava liv û tevgerê.”