Xêro Abbas dê tev li mîhrîcana muzîkê ya bi sponsariya qeyûm nebe 2022-10-13 15:54:02 NAVENDA NÛÇEYAN - Hunermendê kurd Xêro Abbas da zanîn ku dê beşdarî mîhrîcana muzîkê ya Cizîrê nebe ku ji hêla qeyûmê Şaredariya Cizîrê ve tê lidarxistin.  Bertekên li dijî “Mîhrîcana Muzîkê ya Cizîrê Mr. Dosso Dossî” ku sponsoriya wê Şaredariya Cizîrê ya qeyûm lê hatiye tayînkirin û Walîtiya Şirnexê dike, roj bi roj zêdetir dibin. Dihat payîn ku hunermendê kurd Xêro Abbas jî tev li mîhrîcanê bibe. Xêro Abbas li ser hesaba xwe ya fermî ya Înstagramê peyamek parve kir û da zanîn ku dê beşdarî mîhrîcanê nebe. Di peyama xwe de Abbas wiha got: “Hevalên hêja, çendek roj berê min ji organîzatorên muzîkê re gotibû ku dê tev li mîhrîcana muzîkê ya Cizîrê nebim ku dê di 30’ê cotmehê de bê lidarxistin. Li gel silav û hezkirinê.”    Yek ji hunermendên din ên ku dihat payîn beşdarî mîhrîcanê bibe jî hunermenda kurd Tara Mamedova bû. Tê gotin ku Mamedova jî dê tev li konserê nebe. Lê derheqê mijarê de heta niha daxuyaniyek parve nekiriye.