KESK: Bi ‘Qanûna sansûrê’ dixwazin qeyd û bendan li azadiya ramanê bixin 2022-10-13 15:54:32   ENQERE – KESK’ê bertek nîşanî “qanûna sansûrê” da û got ev qanûn qeyd û bendan li azadiya raman û derbirînê dixe.    Konfedarasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) li dijî “qanûna sansûrê” ku li Meclisê hevdîtin li serê tên kirin, li navenda xwe ya giştî civîna çapemeniyê li dar xist û qanûnan prostesto kir. Rêveberên KESK’ê beşdarî civînê bûn.    ‘EV QANÛNA QEYD Û BENDAN’   Hevserokê KESK’ê Mehmet Bozgeyîn di civînê de axivî û destnîşan kir ku ew ê têkoşîna xwe li dijî van qanûnên nerewa berdewam bikin. Bozgeyîn da zanîn ku çapemeniya azad û muxalîf ji êriş û zextên îktidarê rizgar nebûye û bloka îktidara AKP-MHP’ê dixwazin bi vê qanûna sansûrê medya civakî ji holê rakin û îktidar dixwaze bi van qanûnan qeyd û bendan li azadiya ramanê û derbirînê bixe. Bozgeyîk anî ziman ku îktidar nikare bi qanûnan û zextan pêşî li azadiya civakê bigire û ew ê her li dijî neqanûniyan û bêhiqûqiyan têkoşîna xwe bidomînin.