Li Geverê di bin çavan de lêgerîna tazî û îşkence li jinan hat kirin 2022-10-13 16:12:54 COLEMÊRG - ÎHD, OHD û Komîsyona Mafên Jinan a Baroya Colemêrgê dan zanîn ku 7 jinên di 9’ê cotmehê de bi lêdanê hatin binçavkirin, di dema binçavkirinê de lêgerîna tazî lê hatiye ferzkirin û hatine îşkencekirin.    Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) û Komîsyona Mafên Jinan a Baroya Colemêrgê têkildarî binçavkirinên di salvegera Komploya Navneteweyî ya 9’ê Cotmehê ya li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ên li Gever a Colemêrgê de daxuyaniyeke hevpar dan. Di daxuyaniyê de hat gotin ku li jinên hatine binçavkirin lêgerîna tazî hatiye ferzkirin û hatine îşkencekirin.    Daxuyanî, li Şaxa Konfederasyona Sendîkaya Kedkarên Cemaweriyê (KESK) a Geverê hat dayîn. Di daxuyaniyê de jinên bi lêdanê hatin binçavkirin û di bin çavan de rastî lêgerîna tazî hatin û jinên hiqûqnas amade bûn.    'ÎŞKENCE LI EMNIYETÊ JÎ BERDEWAM KIR’   Hevseroka Şaxa OHD’a Colemêrgê Cevahîr Agrali êrişa polîsan a di 9’ê cotmehê de bi bîr xist û wiha got: “Parlamenter û rêveberên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), parêzer û rojnameger bi derb û îşkenceyê hatin binçavkirin. Zext, heqaret, îşkence û miameleya xerab a bi binçavkirinê dest pê kir, di wesayîta binçavkirinê de berdewam kir û li Midûriyeta Emniyetê ya Geverê jî nesekinî. Endamên partiyê bi saetan di wesayîta binçavkirinê de hatin hiştin û piştre jî birin nezaretxaneyê.”   'BI DARÊ ZORÊ CILÊN JINAN JÊ KIRIN’   Bi domdarî Agrali diyar kir ku di dema binçavkirinê de jin rastî tundiya psîkolojîk û fîzîkî hatine û wiha dirêjî da axaftina xwe: “7 jinên hatin binçavkirin, di dema binçavkirinê de bi darê zorê û îşkenceyê neçarî lêgerîna tazî hatine kirin. 6 jinên siyasetmedar û rojnameger Rabîa Onver, piştî nezaretxaneyê derbasî odeyê hatin kirin û 4-5 polîsên jin bi darê zorê lêgerîna tazî lê ferzkirin. Li dijî hewldana lêgerîna tazî, jinan bertek nîşan dan û gotin; ‘lêgerîna tazî binpêkirina rûmeta mirovan e û dê destûrê nedin.’ Li ser vê nerazîbûnê jî polîsên jin bi awayekî dijmirovî nêzî binçavkiriyan bûn. Bi dest û lingên wan girtin û bi darê zorê cilên wan jê kirin. Piştre jî bi darê zorê cilên wan lê kirin. Di vê navberê de binçavkirî hatin kaşkirin, li dîwar hatin xistin û çêr lê hatin kirin.”    ŞOPÊN DERB Û ÎŞKENCEYÊ   Agrali, bertek nîşanî îşkenceya hatiye kirin da û wiha axivî: “Ev sepan, binpêkirina rûmeta mirovan e û nayê qebûlkirin. Îşkence û miameleya xerab a hatiye kirin, bi beyanên binçavkiriyan hatiye tespîtkirin. Li ser bedena jinên binçavkirî şopên derb û îşkenceyê hene.”     Herî dawî jî Agrali got ku dê dev ji bûyerê bernedin û heta dawiyê bişopînin.