Fehîme Poyraz: Dewlet kujerê keça min diparêze 2022-10-13 16:30:00 ÎZMÎR - Dayika Denîz Poyraz, Fehîme Poyraz di Nobeda Edaletê ya li Îzmîrê de axivî û got dewlet kujer Onûr Gencer diparêze.    Nobeda Edaletê ya malbatên girtiyên nexweş û girtiyên cezayê wan qediyaye û nayên berdan dane destpêkirin di roja 124’emîn de li ber Edliyeya Îzmîrê berdewam kir. Di çalakiyê de dirûşmên “Bijî berxwedana zindanan” û “Jin jiyan azadî” hatin berzkirin. Rêeberên Rêxistina HDP’ê ya Navçeya Bayraliya Îzmîrê destek dan malbatên girtiyan.    Di Nobeda Edaletê de bal kişandin ser danişîna doza Denîz Poyraz ku kujer Onûr Gencer jê tê darizandin.    Dayika Denîz Poyraz, Fehîm Poyraz di Nobeda Edaletê de axivî û xwest girtiyên nexweş û girtiyên cezayên wan qediyane û nayên berdan, tavilê bên berdan. Fehîme Poyraz bal kişand ser Suphî Çabûk ê li Girtîgeha Kalkandereya Rîzeyê hat qetilkirin û ew ê qet qebûl nekin ku cenaze ji girtîgehan derkevin.    'DEWLET KUJERAN DIPARÊZE’    Poyraz danişîna doza ku Onûr Gencer ji kuştina keça wê tê darizandin bi bîr xist û destnîşan kir ku kujer di dadgehê de heqaret li wan kiriye û got: “Di danişînê de bi zanebûn kujer di ber lawê min de derbas kirin. Li wir heqaret li kurê min kir. Polîsan gaza îsotê li eywana danişînê reşandin. Li pişta kujer dewlet heye. Ewqas rehet e, çimkî dizane dewlet li pişta wî ye û dewlet kujeran diparêze.”