Nagihan Akarsel bi dirûşma ‘jin, jiyan, azadî’ hat oxirkirin 2022-10-13 16:34:45   KONYA - Endama Lêkolînên Jineolojiyê Nagihan Akarsel li ser milên jinan bi dirûşma “Jin, jiyan, azadî” hat oxirkirin.    Endama Navenda Lêkolînên Jineolojiyê, akademîsyen û rojnameger Nagihan Akarsel di 4’ê cotmehê de li bajarê Silêmaniye yê Herêma Federal a Kurdistanê di encama êrişeke sûîqestê de hat qetilkirin. Cenazeyê Akarsel îro di danê sibehê de anîn Nexweşxaneya Bajêr a Konyayê. Malbata Akarsel, piştî kar û barên otopsiyê cenaze wergirt û anîn gundê Golyazi (Xelîkan) ê Cîhanbeylî yê Konyayê ku li wir ji dayik bûye. Cenaze, bi tililiyên jinan hat pêşwazîkirin û li ser jinên milên jinan birin goristana gund.    'ÊM Ê TÊKOŞÎNA NAGIHANÊ BIDOMÎNIN’    Di dema definkirina cenazeyê de leşkeran hewl dan ku nehêlin wêneyên Akarsel bên rakirin lê jinan li ber xwe dan û bi wêneyên Akarsel meşiyan. Di dema meşê de dovîza “Jin, jiyan, azadî” hat vekirin, girseyê dirûşm berz kirin û ber bi goristanê ve çû. Di dema definkirina Akarsel de Berdevka Meclisa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ayşe Acar Başaran axivî û wiha got: “Nagihan, em tevek in. Dibe ku Nagihan qetil kiribin. Lê belê weke rêhevalên wê, em ê mîrasa wê dewr bigirin û heta dawiyê jî vê têkoşînê bidomînin.”    Tevî dorpêç û astengkirinên leşkeran jî wecîbeyên olî hatin kirin û cenazeyê Akarsel bi dirûşma “Jin, jiyan, azadî” hat definkirin. Jinan, qurnefîl û şalên mor danîn ser gora Akarsel û piştre jî derbasî mala wan bûn.    Malbata Akarsel dê sersaxiyan li mala xwe qebûl dike.