Alaya AKP'ê bi Birca Keçikê daliqandin! 2022-10-13 18:24:43   AMED- Beriya hatina Serokkomarê AKP'î Erdogan a Amedê, alaya AKP'ê bi Birca Keçikê hat daliqandin.    Beriya hatina Serokkomarê AKP'î Tayyîp Erdogan ku dê roja şemiyê bê Amedê, li navçeya Sûrê ya Amedê alaya AKP'ê bi birca dîrokî Birca Keçikê hat daliqandin.     Birca Keçikê ku xwedî dîrokeke 9 hezar salî ye û di nava Listeya Parastına Mîrateyên Çandî ya UNESCO'yê de ye, di dema qedexeyên derketina derve de jî bûbû baregeha tîmên taybet. Her wiha polîs û tîmên taybet di dema qedexeyan de li vir tuwaleteke seyyar jî çêkiribûn.