Letîf Reşîd bû serokkomarê Iraqê 2022-10-13 19:15:35   NAVENDA NÛÇEYAN - Di tûra duduyan a dengdayînê de Letîf Reşîd ji sê payên dengan du pay girtin û bû serokkomarê Iraqê.    Îro li parlamentoya Iraqê, bi tevlêbûna 227 parlamenteran, hilbijartina serokkomariya Iraqê hat kirin. Di tûra yekemîn a dengdanê de ku 39 kes namzetiya xwe danîbûn, Letîf Reşîdê PDK’ê piştgiriya wî dikir, 157 deng; Berhem Salihê namzetê YNK’ê jî 99 deng wergirtin.    Ji ber ku tu namzetek ji sê payn dengan du pay wernegirtin, tûra duduyan hat lidarxistin. Di tûra duduyan a hilbijartinê de Letîf Reşîd 162 deng wergirtin û bû Serokkomarê Iraqê.