Qetilkirina girtiyê nexweş Çabûk hat protestokirin 2022-10-13 19:23:03   ÎZMÎR - Platfroma Azadî ji bo Aysel Tûglûkê û Girtiyên Nexweş, li ber Edliyeya Îzmîrê qetilkirina Suphan Çabûkê di di girtîgehê de hat qetilkirin, protesto kir.    Platforma Azadî ji bo Aysel û Tûglûkê û Girtiyên Nexweş, qetilkirina girtiyê nexweş Suphan Çabûkê ku di Girtîgeha Kalkandere ya Rîzeyê ya Tîpa L'yê de hat qetilkirin, li ber Edliyeya Îzmîrê protesto kir. Di çalakiyê de pankarta li ser “Em ê bibin deng, çav û guhê nexweşên girtî" nivîsandî hat hildan û bêyî navber dirûşmeyên “Azadî ji bo girtiyên nexweş" û “Suphan Çabûk nemir e" hatin berzkirin.    Dîdar Gul a li ser navê platformê li ber edliyeyê daxuyanî da, anî ziman ku her roj ji girtîgehan cenaze dertên û got ku ew ê li dijî qetlîamê doza xwe ya ji bo azadiya girtiyên nexweş bidomînin. Gul, bi domdarî wiha got: “Di serî de Aysel Tûglûk nûnerên siyasî yên kurdan dîl digirin û hewl didin wan di girtîgehan de bikujin. Li dijî vî sûcê li dijî mirovahiyê em bang li hemû îzmîriyan dikin ku bi kurdan re bin û nebin şirîkê vî sûcî. Duh, Suphan Çabûk di Girtîgeha Kalkandere ya Rîzeyê ya Tîpa L'yê de hat qetilkirin. Parêzerên wî berê binpêkirina wî yê dermankirinê kiribûn rojev. Em ê bi çelengeke reş Wezareta Dadê şermezar bikin. Ji bo bes girtiyên nexweş bên qetilkirin em ê têkoşînê geş bikin."    Endamên platformê, piştî daxuyaniyê, çelenga reş danîn ber avahiya Edliyeya Îzmîrê.