Xala 29'an a 'Qanûna Sansurê' hat qebûlkirin 2022-10-13 19:30:14       NAVENDA NÛÇEYAN - Li Desteya Giştî ya Meclîsê xala 29'an a 'Qanûna Sansurê' bi rayên AKP-MHP'ê hat qebûlkirin.    Li Desteya Giştî ya Meclîsê hevdîtinên ji bo "Qanûan Sansurê" ku wekî tê payin dê bi vê qanûnê re çapemeniya dîjîtal û medyaya sanal bi gelek astengiyan re rû bir û bimîne, didomin. Îro xala 29'an a vê qanûnê ku xala herî zêde cihê nîqaşan bû û di xwe de cezakirinê dihewîne, bi rayên AKP-MHP'ê hat qebûlkirin.    Li gorî vê qanûnê "kesên ku weşanên wan bibin cihê fikaran û tirsê û xerakirina ewlehiya navxweyî û derve ya welêt" dê ji salekê heya 3 salan cezayê girtîgehê li wan bê birîn.