Bijîşkan êrîşa polîsan a li dijî parlamenterê HDP‘ê Eksîk şermezar kir 2022-10-13 20:33:05   AMED - Odeyên Bijîşkan ên Herêmê, êrîşa polîsan a li dijî Parlamenterê HDP’ê Dr. Habîp Eksîk şermezar kir û got: “Şideta di warê tendirustiyê de diqewime, perçeyeke şideta civakî ye."   Odeyên bijîşkan ên Agirî, Êlih, Bedlîs, Amed, Mêrdîn, Riha, Şirnex, Wan-Colemêrgê, têkildarê êrîşa polîsan a li dijî Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Habîp Eksîk, bi hevparî daxuyaniyeke nivîskî dan. Di daxuyaniyê de şideta polîsan hat şermezarkirin. Hat bibîrxistin ku xwepêşandan, civîn û meş, mafên mirovan in ku bi destûra bingehîn û peymanên navneteweyî hatine mîsogerkirin û işaret bi wê yekê hat kirin ku zextên li ser mafên bingehîn li Tirkiyeyê her ku diçe zêde dibin.    Di dewama daxuyaniyê de ev tişt hatin diyarkirin: "Îşkence sûc e, em vê bûyerê şermezar dikin û dixwazin ku têkildarê berpirsan de tiştên pêwîst ên edlî û îdarî demildest bên kirin. Bidawîbûna şideta civakî ya berbelav dibe, bi miqatebûna li vê hesasiyetê gengaz e. Şideta ku em di warê tendirustiyê de pê re rû bi rû dimînin, perçeyeke şideta civakî ye. Em radigihîn raya giştî ku em ê li dijî hemû pêkanînên zextker in û em ê her tim doza mafên xwe yên demokratîk ên jêneger bikin."