Rojnamevan Babat û Arslan hatin berdan 2022-10-13 23:59:32   KONYA - Rojnamevan Dîlan Babat û Firat Can Arslan ku li Konyayê hatibûn binçavkirin, piştî îfadeyê hatin berdan. Fermandarê Alayê ji her du rojnamevanan gotibû "We ez îfaş kirim" û piştî vê her du rojnamevan hatibûn binçavkirin.    Nûçegihana Jinnewsê Dîlan Babat û bûçegihanê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Firat Can Arslan gava li gundê Xelîkan ê navçeya Cîhanbeylî ya Konyayê merasîma cenazeyê akademîsyen-rojnamevan Nagîhan Akarselê ku di 4'ê Cotmehê de li bajarê Silêmaniyeyê yê Herêma Kurdistana Federe hatibû qetilkirin dişopandin hatibûn binçavkirin.   Hat diyarkirin ku li Qereqaola Cendirmeyan a Bajêr rojnamevan bi "îfşakirina peywirdarên li dijî terorê têdikoşin" hatine tawanbarkirin.    Gava rojnamevan hatibûn binçavkirin Fermandarê Alayê ji bi wan re gotibû "We dîmenên min girtine, we ez îfşa kirime" û wiha gef li wan xwaribû: "Ez ê we mahf bikim, ez ê nigê we bişikînim."   Rojanmevan piştî îfadeyeke 3 saetî hatin berdan.